Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, di axaftina xwe ya ji bo neteweyê de ku li ser krîza leşkerî ya li Rojhilata Navîn kir, bal kişand ser biryardariya Fransayê ya ji bo parastina hevparên xwe yên li herêmê.
Macron got, “Em bi sozên xurt bi Urdin û Îraqê ve girêdayî ne, bi taybetî jî bi hevalbendên xwe yên Kurd ên li wir re.”
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo nirxandina pêvajoya ku bi operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê dest pê kiriye derket pêşiya kamerayan.
Macron diyar kir ku Rojhilata Navîn careke din ketiye nav dest û lepên şer.
Wî ragihand ku Fransayê ji bo parastina hem welatiyên xwe hem jî hevalbendên xwe hemû derfetên xwe yên leşkerî û dîplomatîk seferber kirine.
“Em deyndarê hevalbendên xwe yên Kurd in”
Macron di axaftina xwe de bi berfirehî cih da peymanên parastinê û hevparên stratejîk ên li herêmê. Wî bal kişand ser dostaniya qedîm a Fransayê ya bi gelên herêmê re.
Serokkomarê Fransayê ev daxuyanî dan:
"Ji bilî ewlehiya welatî û baregehên me, divê em ji bo ewlehî û yekparçeyiya xaka dost û hevalbendên xwe yên li herêmê jî li cem wan bin. Ev berpirsyariya me ye.
"Peymanên me yên parastinê hene ku me bi Qeter, Kuweyt û Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) ve girêdidin, em deyndarê wan ên hevgirtinê ne.
Her wiha em bi sozên xurt bi Urdin û Îraqê ve jî girêdayî ne; bi taybetî jî bi hevalbendên xwe yên Kurd ên li wir re.
Fransa, dê îsbat bike ku hevparekî pêbawer e û bi taybetî di van demên aloz de sozên xwe bi cih tîne."
Artêşa Fransayê di amadebaşiyê de ye
Macron anî zimên ku piştî êrişên sînordar ên li ser hêzên Fransayê yên li herêmê ew derbasî rewşa amadebaşiya leşkerî bûne.
Wî got ku ew dê gavên ku hêza lêdanê ya Fransayê zêde bikin biavêjin û got:
"Li hemberî vê rewşa nearam û nediyariyên rojên pêşiya me, min ferman da ku keştiya balafiran Charles de Gaulle, bi hêzên asmanî û keştiyên din re ber bi Deryaya Spî ve bi rê bikeve.
Ji bilî derfetên me yên heyî, di saetên borî de balafirên şer ên Rafaleyê, me pergalên parastina asmanî û pergalên radarên asmanî şandin herêmê.
Her wiha piştî ku li Qibrîsê xistin ku endameke Yekîtiya Ewropayê ye, min biryar da ku amûrên zêde yên parastina asmanî û keştiya şer a Fransî Languedoc îşev bigihin peravên giravê."
“Berpirsyar Îran e lê êriş li derveyî hiqûqê ne”
Macron destnîşan kir ku berpirsyarê sereke yê vê krîzê rejîma Îranê ye.
Wî diyar kir ku Îran bi bernameya xwe ya nukleer û komên çekdar ên wekîl ku çekdar kirine aramiya Rojhilata Navîn têk dibe.
Macron ragihand ku operasyona Amerîka û Îsraîlê li derveyî hiqûqa navneteweyî tê birêvebirin û wan ev yek nepejirandiye.
Serokkomarê Fransayê tevî vê yekê jî peyameke tund da û got:
"Komara Îslamî ya Îranê ew rejîm e ku meha Kanûna Paşîn a borî careke din fermana gulebarankirina gelê xwe da.
Operasyonên Amerîka û Îsraîlê li derveyî hiqûqa navneteweyî hatin kirin û ne pêkan e ku em vê yekê bipejirînin.
Lê ev rastiyek e ku dîrok ti carî ji bo celadên ku zilmê li gelê xwe dikin nagirî û dê ji bo ti kesî ji wan xemgîn nebe."
Tengava Hurmuzê û krîza enerjiyê ya cîhanî
Macron behsa aliyê aborî yê şer jî kir û diyar kir ku girtina pratîkî ya Tengava Hurmuzê karesateke cîhanî ye û got:
“Îro Tengava Hurmuzê bi pratîkî girtî ye. Nêzîkî ji sedî 20ê petrola xav û gaza xwezayî (LNG) ya cîhanê di vê tengavê re derbas dibe.
Kanala Suweyşê û Deryaya Sor jî di bin gefê de ne.
Ji bo ku em hat û çûyîna li van rêyên deryayî yên jiyanî ji nû ve dabîn bikin û wan ewle bikin, di nav de derfetên leşkerî jî em di nav hewldanên avakirina koalîsyonekê de ne."
Veguhestina welatiyan dest pê kir
Macron da zanîn ku ji bo ewlehiya 400 hezar welatiyên Fransî yên ku li herêmê dijîn ew di amadebaşiyê de ne.
Wî eşkere kir ku ji kesên herî mexdûr re operasyonên veguhastinê dest pê kirinye û dê her du geştên ewil îşev bigihin Parîsê.
Macron axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Fransa dê wekî hêzeke pêbendî aştiyê, pêbawer, pêşbînîkirî û bibiryar bimîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse