Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff hûrgiliyên civînên girtî yên dan û standinên bi Îranê re eşkere kirin.
Witkoff ragihand ku li Tehranê rêjeyeke zêde ya uranyuma meyandî (dewlemendkirî) heye û dikare bi lezeke bêwêne bibe çeka atomî.
Witkoff ji kanala Fox Newsê re axivî û amaje pê kir ku Îranê di dan û standinan de bi israr parastiye ku "mafê wê yê teqez e" hemû sotemeniyên atomî dewlemend bike.
Daxwazên Amerîkayê hatin redkirin
Li hemberî vê yekê, Washingtonê ji Îraniyan re ragihandiye ku Serok Trump wiha difikire: "Dema hûn sînorên sor derbas dikin, mafê me yê teqez e ku em bi temamî rê li ber we bigirin."
Witkoff got, "Redkirina daxwazên Amerîkayê ya ji aliyê Îranê ve isbat kir ku armanca Tehranê tenê ew e ku ji bo mebestên leşkerî uranyumê dewlemend bike."
Dîplomatê Amerîkayî daxuyand ku wan pêşniyara rawestandina dewlemendkirinê ya ji bo 10 salan xistiye pêşiya Îranê.
Şertê vê pêşniyarê jî ew bûye ku Washington mesrefê sotemeniyê yê Îranê dabîn bike lê belê Tehranê ev pêşniyar red kiriye.
“Bêyî ti şermê gotin”
Witkoff eşkere kir ku şandeya dan û standinan a Îranê "bêyî ti şermê" bi awayê fermî ji Amerîkayê re gotiye ku niha 460 kîlogram uranyuma wan a ku ji sedî 60 hatiye dewlemendkirin heye û got:
"Ew gelekî baş dizanin ku ev qas uranyum ji bo çêkirina 11 bombeyên atomê bes e."
Hişyariya xeternak
Nûnerê Amerîkayê hişyariyeke teknîk a xeternak da.
Wî ragihand ku uranyuma ku ji sedî 60 hatiye dewlemendkirin, dikare tenê di nava hefteyek an 10 rojan de bigihe asta ji sedî 90î.
Ev ast jî têrî çêkirina bombeyên atomê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse