Trump: Têkiliyên Amerîka û Brîtanyayê wekî berê nemane, Starmer nebû hevkar

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Keir Starmer Brîtanya Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke xwe de ji rojnameya The Sunê ya Brîtanyayê re ragihand, pêwendiya dîrokî ya di navbera welatê wî û Brîtanyayê de "wekî berê nemaye."

Trump sedema sarbûna pêwendiyan bi helwesta Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ve girê da.

Li gorî Trump, Starmer red kiriye ku rê bide Amerîkayê ku baregehên leşkerî yên Brîtanyayê yên li Qibrisê ji bo şerê li dijî Îranê bi kar bîne.

"Starmer hevkar nebû"

Serokê Amerîkayê got, "Ew pêwendiya herî xurt a di navbera hemûyan de bû.

Lê niha pêwendiyên me yên gelekî xurt bi welatên din ên Ewropayê re hene."

Trump di vê çarçoveyê de amaje bi Fransa û Almanyayê kir.

Trump rexne li helwesta Serokwezîrê Brîtanyayê girt û got:

"Starmer hevkar nebû. Min ti carî bawer nedikir ku ez vê yekê bibînim.

Min ti carî bawer nedikir ku ez vê yekê li Brîtanyayê bibînim. Em ji Brîtanyayê hez dikin."

Trump di pêwendiyeke telefonî de got, "Bi rastî, cîhaneke cuda ye.

Ev tenê cureyekî gelekî cuda yê pêwendiyê ye li gorî ya ku berê di navbera me û welatê we de hebû."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst