Hewlêr (Rûdaw) - NBCyê ragihand ku li Îranê 2 helîkopterên Amerîkayê yên ku beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirina tîma balafira F-15ê dibûn derb xwariye.
NBCyê (televîzyoneke Amerîkayê ye) nûçeya xwe spartiye du çavkaniyên Amerîkayê.
Li gorî nûçeyê, tîmên di her du helîkopteran de bi silametî hatine rizgarkirin û ji rûdanê filitîne.
Çi qewimîbû?
Supaya Pasdaran a Îranê, berê sibeha îro ragihandibû ku wan balafireke şer a Amerîkayê li herêmên naverasta welêt bi pergalên parastina asmanî xistiye xwarê.
Rayedarên Amerîkayê yên ku ji bo medyaya welatê xwe axivîne ketina balafirê piştrast kir.
Wan ragihand ku kesek ji tîma balafirê hatiye rizgarkirin û ji bo dîtina kesê duyem jî xebat didomin.
Piştî van rûdanan, rojnameya New York Timesê jî ragihand ku hema bêje di heman demê de li nêzîkî Tengava Hurmizê balafireke duyem a Amerîkayê (A-10 Warthog) hatiye xistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse