Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) nivîsand ku hewlên ji bo agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de yên ku bi pêşengiya Pakistanê dihatin kirin xitimîne.
Li gorî nûçeya Wall Street Journalê ya ku xwe dispêre navbeynkaran, Îranê ji navbeynkaran re gotiye ku daxwazên Amerîkayê nayên qebûlkirin.
Her wiha birêvebiriya Tehranê diyar kiriye ku ew naxwaze di demeke nêzîk de li Îslamabadê bi rayedarên Amerîkayê re dan û standinan bike.
Navbeynkaran diyar kir ku Tirkiye û Misir hîn jî hewl didin ku rêyeke navîn bibînin.
Wan da zanîn ku ew her du welat dixwazin bi pêşniyarên nû, her du aliyan li Dohaya paytexta Qeterê yan jî li Stenbolê bînin cem hev.
Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê
Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir.
Îranê jî wekî bersivdayîn, ji bilî Îsraîlê li çend welatên herêmê êrişî hinek deveran kir.
Di nav wan deverên ku bûne hedef de, Qeter, Îmarat û Behreyn hene ku baregehên Amerîkayê li wan hene.
Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de, Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên pilebilind hatin kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse