Erdhejê Efxanistan û Pakistan hejandin, mirî hene

9 demjimêr berê
Nîşan Pakistan Efxanistan Erdhej Mirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Hîndûkuşê erdhejeke bi hêza 5,8 pileyan çêbû ku beşên cuda yên Efxanistanê û Pakistanê hejandin.

Li naverasta Efxanistanê ji ber herifîna malekê herî kêm şeş mirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Agahiyan a Efxanistanê, ew şeş kes di encama herifîna xaniyekî de li navçeya Bagramiyê ya li naverasta parêzgeha Kabulê mirine.

Her wiha kesek jî hîn winda ye û lêgerîn didome.

Kûrahiya erdhejê 181 kîlometre ye

Li gorî Navenda Lêkolînên Erdnasiyê ya Almanyayê, erdhej saet 16:12an di kûrahiya 181 kîlometreyan de çêbûye.

Hêza erdhejê destpêkê 5,9 hatibû pîvandin û paşê bi rengê 5,8 hat nûkirin.

Şêniyekî herêmê yê bi navê Ubeydulah Behîr li ser hesabê xwe yê Xê daxuyand ku erdhej li Kabula paytexta Efxanistanê jî hatiye hîskirin.

Pakistan û Keşmîr jî hejiyan

Erdhej li Îslamabada paytexta Pakistanê, li bakurrojavayê welêt û li herêma Gîlgît-Baltistanê ya li bakur jî hatiye hîskirin.

Her wiha ev erdhej li Keşmîra di bin kontrola Hindistanê de jî hatiye hîskirin.

Saziya Keşnasiyê ya Pakistanê destpêkê gotibû ku hêza erdhejê 6,1 pile ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst