Ajansa Farsê: Amerîkayê pêşniyara agirbestekê daye Îranê

8 demjimêr berê
Nîşan Amerîka Îran Agirbest Pêşniyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê spartiye berpirsekî pilebilind û ragihandiye ku Amerîkayê bi rêya welatekî sêyem pêşniyara agirbesteke demkî ya 48 saetî daye Îranê.

Berpirsekî pilebilind ê Îranî li ser dan û standinên agirbestê yên di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de daxuyanî da ajansa nîv-fermî ya Farsê.

Wî berpirsî eşkere kir ku Amerîkayê bi rêya welatekî sêyem "pêşniyara agirbesteke demkî ya 48 saetî daye Îranê."

Sedema pêşniyara agirbestê

Li gorî nirxandina Ajansa Nûçeyan a Farsê, ev pêşniyara agirbestê ya Amerîkayê piştî “wan pirsgirêkên cidî yên ku Washington li herêmê bi wan re rûbirû maye” hatiye rojevê.

Di heman nirxandinê de hat gotin ku Îranê li qadê “bi berdewamkirina êrişên xwe” bersiv daye pêşniyara agirbestê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst