Dadgehê rê neda ku hişê çêkirî cihê karmendan bigire

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çîn Hişê Çêkirî (AI) Karmend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku li welatên Rojavayî gelek kes dilgiran in û ditirsin ku ji ber bipêşketina hişê çêkirî karên xwe ji dest bidin, li Çînê karmendekî karî li dadgehê li dijî şirketeke teknolojiyê bi ser bikeve.

Ev karmend piştî ku xwestin ji ber teknolojiyê wî ji kar derxînin, serî li rêyên yasayî da.

Karmendekî bi navê Zhou ji sala 2022yan ve di şirketeke teknolojiyê de dixebitî.

Sala 2025an, xwediyê kar xwest ku hişê çêkirî bixe şûna wî.

Ji ber vê yekê ji Zhou re got, divê tu razî bî ku em asta wezîfeya te daxînin û ji sedî 40ê meaşê te bibirin an jî divê tu biçî.

Zhou bi vê yekê razî nebû, ji ber wê şirketê ew ji kar derxist û 45 hezar dolarên Amerîkî wekî tazmînat da wî lê Zhou tazmînat red kir û gilî li şirketê kir.

Biryara dadgehê çi bû?

Piştî gelek rûniştinan, di dawiyê de Dadgeha Navendî ya bajarê Hangzhouyê di berjewendiya Zhou de biryar da û ragihand ku derxistina wî ya ji kar neyasayî bûye û da zanîn:

"Anîna hişê çêkirî ya ji bo nav şirketa te, ne hinceteke yasayî ye ku tu peymana karmendên xwe betal bikî û wan derxînî.

Tu tenê dikarî di demekê de karmendan derxînî ku şirketa te rû bi rûyî krîzeke mezin a darayî yan îflasê bûbe."

Pispor çi dibêjin?

Parêzer Wang Shuyan ji şirketeke yasayî ya li Çînê ji ajansa Xinhuayê re ragihand:

"Rast e bipêşketina teknolojiyê tiştekî wisa ye ku nayê rawestandin û bi paş ve nazîvire lê ev nayê wê wateyê ku dikare li derveyî yasayê kar bike."

Her çi qas di pergala yasayî ya Çînê de biryara dadgehekê rasterast nabe yasaya giştî lê pispor di wê baweriyê de ne ku ev serkeftineke mezin e.

Ev biryar nîşan dide ku hikûmeta Çînê xwe amade dike ku ji bo parastina karmendan ji metirsiyên hişê çêkirî yasayên tund derxîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst