Koreya Bakûr 2 caran hejiya: Erdhej an jî ceribandina nûkleerî ye?

03-09-2017
RÛDAW
Nîşan Koreya Bakûr Erdhej Nûkleer Mûşek Çîn Amerîka
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li bakûrê rojhilatê Koreya Bakûr, du erdhejên mezin rûdan. Rêveberiya Çînê ragihand, ku ev yek encama “teqînên bi guman” in.

 

 Ajansa Koreya Başûr, Yonhapê ragihand, ku li herêma Pung-ye-riyê, ku weke herêma ceribandina teqînên nûkleerî ye, du erhejên mezin ên bi dijwariya 5,6 û 4,6 çêbûne.

 

Ajansê amaje bi wê yekê kir, ku dibe ev erdhej ji ber ceribandinên nûkleerî çêbibin.

 

Navenda Lêkolînên Jeopolîtîk a Amerîkayê jî eşkere kir, ku dijwariya erdhejan 5,6 e.

 

Ji aliyê xwe ve, rêveberiya Çînê ragihand, ku ev yek encama “teqînên bi guman” in.

 

Balkêş e, ku beriya demekê Koreya Bakûr ragihandibû, ku ew bombeyeke mezin a hîdrojenê berhem tînin.

 

Koreya Bakûr roja 29ê Tebaxê mûşekek ceribadibû û vê yekê li seranserê cîhanê rê ji karvedanan re vekiribû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst