Çînê mûşekeke ‘bêhempa’ çêkir: Dikare bigihêje Amerîkayê

23-11-2025
RÛDAW
Nîşan Çîn Amerîka Rûsya Mûşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke leşkerî ya Çînê, wan mûşekeke nû ya bi navê "JL-1" çêkiriye ku dikare serikên atomî hilgire û bigihêje eyaleta Alaskayê û heta kûrahiya axa Amerîkayê.

Taybetmendiyên mûşekê çi ne?

Ev mûşek bi rêya balafira bombeavêj a mezin a cureyê H-6Nê tê hilgirtin û ji asman tê avêtin.

Rapor dibêjin ku ev tekane mûşek e ku li cîhanê sê taybetmendiyan bi hev re dihewîne:

  1. Mesafeya wê gelekî dûr e (nêzîkî 8 hezar kîlometre).
  2. Gelekî bilez e (ji deng bileztir e).
  3. Şiyana wê ya hilgirtina çeka atomî heye.

Ev yek dike ku Çîn di vî warî de bikeve pêşiya Amerîka û Rûsyayê.

Cudahiya bi Amerîka û Rûsyayê re

Kovareke leşkerî ya Çînî ya bi navê "Ordnance Industry Science Technology" berawirdek kir û da zanîn:

  • Amerîka: Mûşekên wê yên niha leza wan kêm e (ji deng hêdîtir in) û kevn in. Heta ew mûşekên nû yên ku niha çêdikin hîn negihîştine asta leza deng an jî hîpersonîkê.
  • Rûsya: Çekên wê yên bilez hene (wekî mûşeka Kinjal) lê mesafeya wan kurt e û wekî yên Çînê dûr naçin.

Rapor dibêje, eger balafireke Çînî ji rojhilatê Rûsyayê vê mûşekê biavêje, dikare piraniya bajarên Amerîkayê bike armanc.

Xala sist çi ye?

Tevî bihêziya mûşekê, pirsgirêkek heye, ew jî ew balafir e ku mûşekê vediguhêze.

Balafira H-6Nya Çînê wekî balafirên nûjen ên Amerîkayê ne bipêşketî ye û taybetmendiya wê ya "diyarnebûnê" nîne, yanî ne "stealth" in û nikarin xwe bi temamî ji radaran veşêrin.

Her wiha ji ber ku mûşek gelekî dirêj e û 15 metre ye, divê li derveyî balafirê were daliqandin, ne li navê.

Çîn niha mijûlî çêkirina balafireke nû ya gelekî bipêşketî ye bi navê H-20 lê heta ku ew temam dibe, vê mûşekê wekî çekeke demkî ji bo tirsandina dijminên xwe bi kar tîne.

Wateya vê mûşekê ji bo Çînê

Bi hebûna vê mûşekê, niha Çîn bû xwediyê 3 cureyên hêzê yên ji bo avêtina çeka atomî; ji bejahiyê, ji deryayê û niha jî ji asmanan.

Pisporên leşkerî dibêjin, avêtina mûşeka atomî ji balafirê metirsîdartir e, ji ber ku tevgera balafirê nayê diyarkirin û xistina wê li gorî mûşekên ku li ser erdê hatine bicihkirin zehmettir e.

Her wiha hatiye zanîn ku Rojava çend sal in bi awayekî bi dizî çavdêriya bipêşxistina vê çekê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst