Macron: Amerîka û Îsraîl berê me dide şerê Îranê

04-01-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Fransa Îsraîl Îran Rojhilatê Kurdistanê Xwepêşandan
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got, daxuyaniyên berpirsên Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî yên derbarê Îranê de, dê wan ber bi şer ve bibin.

 

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Qesra Elyseeyê ji bo sala nû bi rojnamegeran ra civiya, piştî axaftina xwe pirsên li ser xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bersivandin.


Emmanuel Macron got ku divê bi Îranê re diyalog dewam bin, ev yek girîng e, herwiha got divê li ser vî welatî zexta navneteweyî were kirin, lê belê têkilî pê re neyên qutkirin.


Macron wiha axivî: "Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî ji gelek aliyan va hevkarên me ne, lêbelê em dibînin ku daxuyaniyên wan ên fermî wê me li Îranê têxe şer."


Macron got ku divê ji bo sînordarkirina çalakiyên li Îranê stratejiyek were kifşkirin.


Macron hişyarî da, heke bi Îranê re têkilî werin qutkirin, dibe ku pevçûnên tundî derkevin.


Di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de heta niha herî kêm 24 kes hatin kuştin û ji hezarî zêdetir kes hatin binçavkirin.


Fermandarê Mihafizên Şoreşê yên Îranê Mihemed Elî Ceferî îdia kiribû ku protesto bi dawî bûne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst