Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya xwe ya ji bo egera êrişeke bejahî ya hêzên Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî Îranê anî zimên.
Ajansa Nûçeyan a Reutersê îro belav kir ku wan di hevpeyvîneke telefonî de ji Serokê Amerîkayê pirsî ye, "Eger hêzên Rojhilatê Kurdistanê êrişeke bejahî bikin hûn dê çi bibêjin?"
Trump di bersiva xwe de gotiye, "Bi dîtina min eger bixwazin bikin dê bibe tiştekî bêhempa."
Ev yek di demekê de ye ku şeva çarşemê çend dezgehên medyaya Amerîkî û Îsraîlî nûçeyên şaş belav kiribûn.
Wan îdia kiribû ku "bi hezaran Kurdên Îraqê" li dijî hêzên Îranê dest bi êrişeke bejahî ya ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve kiriye.
Lê belê berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demeke kurt de ev gotegot red kirin û ragihand ku ti kes ji Herêma Kurdistanê derbasî aliyê din ê sînor nebûye.
Partiyên Rojhilat jî red kirin
Her wiha hêzên Kurd ên mixalefeta sereke ya Rojhilatê Kurdistanê jî bi rêya Rûdawê red kir ku wan ti hêzên xwe ber bi aliyê din ê sînor ve livandibin.
Piştî van daxuyaniyan beşeke medyaya Amerîkî raporên xwe yên şaş jê birin.
Serkirdetiya Herêma Kurdistanê tekez dike ku ew naxwazin bibin beşek ji vê aloziyê.
Çarşemê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî tekezî li ser parastina ewlehiya sînoran kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî wiha gotiye:
"Herêma Kurdistanê nabe beşek ji aloziyan û wekî her tim dê bibe faktora aramiyê.
Her wiha em piştgiriyê didin hewlên dîplomatîk ên ji bo hêwirkirina aloziyan û dûrxistina metirsiyên şer a ji gelên herêmê."
"Divê rola me di diyarkirina serkirdeyê Îranê de hebe"
Donald Trump ji Reutersê re diyar kiriye ku divê rola Amerîkayê di diyarkirina serkirdeyê paşerojê yê Îranê de hebe.
Ev yek piştî wê tê ku Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê bi hev re êrişî Îranê kir û Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî kuşt.
Trump qal kir ku proseya diyarkirina serkirdeyê paşerojê hîn di qonaxeke gelekî destpêkî de ye lê Muctebayê kurê Xamineyî bijardeyeke redkirî ye.
Trump daxuyand, "Em dixwazin di proseya diyarkirina wî kesê ku dê di paşerojê de serkirdetiya Îranê bike de beşdar bin."
Serokê Amerîkayê her wiha got:
"Em naxwazin her pênc salan carekê vegerin wir. Ew kesê ku dê bibe serkirde, divê kesekî wiha be ku ji bo xelkê baş be, ji bo welêt baş be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse