TAYBET - Neteweyên Yekbûyî: Çareserî rawestandina şer e

1 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Stephane Dujarric / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Stephane Dujarric / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Îran
A+ A-

New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric diyar kir ku çareseriya krîza li Îranê ne şandina leşker û çekan e.

Stephane Dujarric destnîşan kir ku divê şer bê rawestandin û alî vegerin ser maseya dan û standinan.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, di civîna rojnamegeriyê de bersiv da pirsa me.

Dujarric li ser mijara çekdarkirina komên mixalefetê yên li Îranê an jî şandina leşkeran daxuyanî dan.

"Çareserî rawestandina şer e"

Rûdaw: Spas Stephane, nêrîna Sekreterê Giştî li ser fikra şandina hêzên bejahî çi ye? Mebesta min leşkerên Amerîkayê ye, an jî çekdarkirina komên mixalefetê yên Îranê ji bo alîkariya pêvajoya guherîna rejîmê.

Stephane Dujarric: Ji bo me, çareseriya rûdanên heyî ne şandina leşker û çekên zêdetir e, çareserî rawestandina şer û vegera li ser maseya dan û standinan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst