Amerîkayê nasnameyên 4 leşkerên xwe eşkere kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Leşker Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê navên 4 leşkerên xwe belav kirin ku roja yekşemê di teqîna droneke Îranê de li herêma Bendera Şueybeyê ya li Kuweytê hatibûn kuştin.

Li gorî raporeke Wezareta Şer a Amerîkayê, ew 4 leşkerên artêşa Amerîkayê yên ku di wê êrişê de hatine kuştin ev in:

Cody Hork, 35 salî ye û niştecihê Floridayê ye.

Noah Tietjens, 42 salî ye û  niştecihê Nebraskayê ye.

Nicole Amor, 39 salî ye û niştecihê Minnesotayê ye.

Declan Cody, 20 salî ye û niştecihê Iowayê ye.

Her çar leşker jî ser bi Fermandariya Piştgiriyê ya 103yan a li bajarê Des Moinesê yê eyaleta Iowayê bûn.

Amerîkayê hîn navên du leşkerên din eşkere nekirine ku di heman êrişê de hatine kuştin û lêkolîna li ser çawaniya bûyerê berdewam dike.

"Dibe ku qurbanî zêde bibin"

Serokê Amerîkayê Donald Trump sersaxî ji malbatên kuştiyan re xwest û hişyarî da ku dibe hejmara kuştiyên Amerîkayê zêde bibe.

Trump got, "Mixabin, xuya ye ku berî bidawîhatina şer dê qurbaniyên me yên zêdetir hebin, ev rastiya şer e."

Ji destpêkirina êrişên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê ve ku şemiya borî dest pê kiribûn, herî kêm 870 kes li herêmê hatine kuştin.

Merasîma 175 kuştiyan

Roja sêşemê, bi hezaran Îranî beşdarî merasîma binaxkirina 175 kuştiyên êrişa li dibistaneke seretayî ya keçan a li bajarê Mînabê bûn ku piraniya wan zarok bûn.

Heta êvara sêşemê, bi fermî kuştina 6 leşkerên Amerîkayê di vî şerî de hatiye piştrastkirin.

Amerîka û Îsraîl bi rêya mûşekên dûravêj û balafirên şer êrişî Îranê dikin.

Tehran jî bi rêya dron û mûşekên balîstîk bersiva baregehên Amerîkayê yên li welatên cîran dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst