Wezîrê Şer: Em dixwazin derbeyeke kujer li Îranê bidin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pete Hegseth Amerîka Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku welatê wî di şerê li dijî Îranê de serkeftineke diyarker û wêranker bi dest xistiye.

Pete Hegseth diyar kir ku hêzên çekdar ên Amerîkayê dikarin heta her dema ku pêwîst be vî şerî bidomînin.

Hegseth her wiha tekez kir ku piraniya serkirdeyên bilind ên Komara Îslamî hatine kuştin yan jî di nav veşartgehan de asê mane.

Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) îro ragihand ku hêzên wan di hemû eniyan de bi pêş ve diçin.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth di konferanseke rojnamegeriyê de got:

"Amerîka bi awayekî diyarker, wêranker û bêbezeyî bi ser dikeve.

Ew (Îranî) qediyan e û ew bi xwe jî vê yekê dizanin.

Me tenê çar roj in dest bi nêçîrkirin, hilweşandin û têkşikandina şiyanên wan kiriye."

Hegseth amaje bi wê yekê kir ku sîstemên parastinê yên Amerîkayê û hevpeymanên wê ji bo şerekî gelekî demdirêj amade ne.

"Em dixwazin derbeyeke kujer lê bidin"

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê destnîşan kir ku ti carî biryar nebûye ev şer bibe "şerekî dadperwerane" lê belê armanca wan ew e ku di demekê de ku Tehran di rewşeke lawaz de ye, derbeyeke kujer lê bidin.

Li gorî amarên Pentagonê, tenê di nava 96 demjimêrên borî de, balafirên şer ên Amerîkayê zêdetirî hezar û 250 armanc li nav axa Îranê bombebaran kirine.

Hegseth got, "Erkê me di Operasyona 'Xezeba Destanî' de gelekî zelal e:

Jiholêrakirina mûşek û dronên Îranê, têkbirina hêza deryayî û birîna rêya gihîştina bi çeka nukleerî. Îran dê ti carî nebe xwediyê bombeya nukleerî."

Asmanê Îranê di bin kontrola Amerîka û Îsraîlê de ye

Di bipêşketineke nû ya leşkerî de, Hegseth eşkere kir ku şeva borî keştiyeke binavê ya Amerîkayê li Okyanûsa Hindê keştiyeke şer a Îranê noqî avê kiriye ku dihat fikirîn li avên navneteweyî parastî ye.

Ev yek di demekê de ye ku artêşa Îsraîlê ragihandiye wan 4 hezar bombe bi ser Îranê de barandine û 300 mûşekavêj ji kar xistine.

Wezîrê Şer got, "Di çend rojên pêşiya me de, dê du hêzên asmanî yên herî bihêz ên cîhanê (Amerîka û Îsraîl) bi temamî asmanê Îranê kontrol bikin."

"Piraniya serkirdeyên bilind mirine"

Ji aliyê siyasî û fermandariyê ve, Hegseth wêneyekî tarî yê navxweyê Tehranê xêz kir.

Hegseth ragihand ku piraniya serkirdeyên bilind mirine.

Hegseth her wiha da zanîn ku endamên "Encûmena Serkirdayetiyê" ya ku biryar bû cîgirekî diyar bike, yan hatine kuştin, yan bêserûşûn in yan jî di stargehan de asê mane.

Hegseth tekez kir ku şiyana general û efserên pile navend ên Îranê ya pêwendîdanîn û axaftina bi hevdû re nemaye.

Nakokiya leşkerî ya di navbera Washington û Tehranê de ku ji 28ê Sibatê ve derbasî qonaxa şerê rasterast bûye, hemû hevkêşeyên dîplomatîk ên herêmê guherandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst