Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Kasselê yê Almanyayê, destpêka sala 2026an restoranteke bi navê "Zîn Tenûr" hat vekirin.
Navê vî cihî ji destana navdar a Mem û Zînê hatiye wergirtin û hemû karmendên wê jî Kurd in.
Xwediya vê projeyê Fatma Bavli ye ku ji sala 1987an ve li Almanyayê dijî.
Fatma Bavliyê ev cih wekî parçeyeke ji axa niştiman li Almanyayê ava kiriye.
Restorant bi dîzayna xwe ya ku dişibe xaniyên ji heriyê yên li Kurdistanê û bi xwarinên xwe yên kevneşopî tê naskirin.
Xwarin û bi taybetî jî taştêyên li vir, bi navên bajar û herêmên Kurdistanê yên wekî Mêrdîn, Hisîça û Zagrosê hatine binavkirin.
Bi vî awayî mêvan di nav çanda Kurdî de diçin geşteke taybet.
Hêvî û îlhama ji bo jinan
Hemû nanpêjên li Zîn Tenûrê jinên Kurd in û ew xelkê parçeyên cuda yên Kurdistanê ne.
Ji bo mêvanan, ev der ji nanpêjxaneyekê zêdetir e û wekî derfetek ji bo naskirina çand û nerîtên Kurdî tê dîtin.
Fatma Bavli hêvî dike ku projeya wê bibe çavkaniya îlhameke nû ji bo wan jinên Kurd ên ku dixwazin li Almanyayê dest bi karê xwe yê taybet bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse