Trump ji Koreya Başûr xwest ku tevlî Projeya Azadiyê bibe

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Tengava Hurmizê Projeya Azadiyê Koreya Başûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îranê êrişî keştiyên wan welatan kiriye ku ti pêwendiya wan bi şer re nîne.

Trump diyar kir ku yek ji wan jî keştiyeke Koreya Başûr e û xwest ku ew jî tevlî erka Projeya Azadiya keştiyvaniyê bibe.

"Dibe ku dem hatiye ku Koreya Başûr jî tevlî bibe"

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li ser platforma Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.

Trump di daxuyaniya xwe de got, "Îranê dema tevgera keştiyan êrişî keştiyên gelek welatên bêalî kir."

Trump her wiha bangî Koreya Başûr kir û got, "Dibe ku dem hatiye ku Koreya Başûr jî bê û tevlî vê erkê bibe!"

Mebesta Trump beşdarbûna "Projeya Azadiyê" ye ku Washingtonê ji bo misogerkirina ewlehiya deryayî ya li herêmê daye destpêkirin.

Amarên rûbirûbûnan

Serokê Amerîkayê di berdewamiya peyama xwe de amarên nû yên rûbirûbûnên leşkerî eşkere kirin.

Trump got, "Me 7 belemên biçûk têk birin, yan jî wekî ku ew hez dikin bibêjin belemên 'bilez'. Tenê ev tişt di destê wan de mane."

Li gorî gotina Trump, tevî êrişa li ser keştiya Koreya Başûr, heta niha di dema derbasbûna Tengava Hurmizê de ti zererên din nehatiye qeydkirin.

Trump Di dawiya peyama xwe de da zanîn ku Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth û Serokerkanê Artêşa Amerîkayê General Dan Caine dê konferanseke rojnamegeriyê li dar bixin.

Hat destnîşankirin ku dê di konferansê de hûrgiliyên zêdetir ên li ser van bipêşketinan û zextên li ser keştiyvaniya navneteweyî werin eşkerekirin.

Projeya Azadiyê

Projeya Azadiyê ya ji bo vekirina Tengava Hurmizê roja yekşemê ji aliyê Donald Trump ve hatibû ragihandin.

Roja duşemê jî Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) da zanîn ku wan dest bi bicihanîna projeyê kiriye û di Tengava Hurmizê re hat û çûn kiriye.

Helwesta Îmarat û Koreya Başûr

Îranê ragihandibû ku wan li keştiyeke Amerîkayê daye lê Washingtonê ev îdia red kiribû.

Li aliyê din, Îmarat û Koreya Başûr jî ragihandibû ku dema xwestine di Tengava Hurmizê re derbas bibin li keştiyên wan hatiye xistin.

Heta niha ziyanên van êrişan nehatine eşkerekirin.

Îmaratê ji ber êrişê Îran tometbar kir lê Koreya Başûr dibêje guman heye ku destê derve tê de hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst