Trump gef li Îranê xwar: Em dê Îranê ji ser rûyê erdê rakin

35 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îran Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li hemberî îhtîmala êrişeke ser hêzên deryayî yên Amerîkayê gef li Îranê xwar û got, “Trump: Em dê Îranê ji ser rûyê erdê rakin.”

Hêzên deryayî yên Amerîkayê li Tengava Hurmizê bi keştiyên bazirganiyê re dibin.

Trump gefa paqijkirina wê ji ser rûyê erdê li Îranê xwar.

Trump tekez kir ku ew dê li herêmê bi awayê herî tund bersiva binpêkirinên li dijî ewlehiya deryayî bidin.

Serok Trump ji televîzyona Fox Newsê re axivî.

Wî aloziya leşkerî ya di hefteyên dawî de ya di navbera Washington û Tehranê de nirxand.

Trump diyar kir ku eger Îran keştiyên Amerîkayê bike hedef dê encamên wê karesat bin û got:

"Eger ew li Hurmizê êrişî keştiyên Amerîkayê bikin em dê bersivê bidin.

Em dê Îranê ji ser rûyê erdê rakin."

CENTCOM: 6 belemên Îranê hatin noqkirin

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) derbarê operasyonên li herêmê agahiyên nû parve kirin.

CENTCOMê piştrast kir ku li Tengava Hurmizê şer derketiye.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hat diyarkirin ku Îranê êrişî keştiyên şer ên Amerîkayê û keştiyên sivîl ên bazirganiyê kiriye.

Hat diyarkirin ku li hemberî vê yekê artêşa Amerîkayê 6 belemên Îranê kirine hedef û ew binav kirine.

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper got, "Ji bo ku em van gefên li ser keştiyên sivîl ji holê rakin, me gavên pêwîst avêtin."

Îdiaya Îranê ya 'hişyariya bi mûşekan'

Di vê aloziyê de ji aliyê Îranê ve îdiayeke cuda ket rojevê.

Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, keştiyeke şer a Amerîkayê li nêzîkî Girava Caskê trafîka deryayî xistiye metirsiyê û bi 2 mûşekan hatiye hedefgirtin.

Li gorî nûçeyê, keştiya Amerîkayê radara xwe girtiye û xwestiye di tengavê re derbas bibe.

Ev keştî hatiye tesbîtkirin û bi hinceta "binpêkirina agirbestê" hatiye hişyarkirin.

Rayedarên Îranê îdia kir ku keştiyê guh nedaye hişyariyan.

Piştî vê yekê bi armanca hişyariyê dron, roket û mûşek avêtine derdora wê.

Washingtonê îdia red kir

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), ew îdiayên Îranê derewandin.

CENTCOMê îdiaya ku dibêje "Îranê mûşek avêtiye keştiyeke şer a Amerîkayê" wekî "bêbingeh" bi nav kir û red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst