Li Amerîkayê hilbijartinên dîrokî: 46emîn serok tê hilbijartin

04-11-2020

10:10

Nevada heta çend demjimêrên din encamên dengdanê ranagihîne

Hejmartina dengan li Neveda. Wêne: AFP

Berpirsên wilayeta Nevada ragihandine, ew heta demjimêr 10ê sibehê bi dema wê wilayetê ku dike demjimêr 21:00 bi dema Hewlêrê, encamên hejmartina dengên hilbijartina serokatiya Amerîkayê ranagihînin.

Heta niha encama cudakirin û hejmartina %75ê dengan li wilayeta Nevada hatiye ragihandin û berbijêrê Demokratan Joe Biden bi cudahia nêzîkî 8,000 dengan li pêş Donald Trump berbijêrê Komariyan e.

Wilayeta Nevada, şeş kursiyên wê di encûmena hilbijartina serok de hene û eger Biden wan şeş kursiyan misoger bike, encama hilbijartinê yekalî dibe û dê bibe 46mîn serokê Amerîkayê.

Bi gotina berpirsên wilayeta Nevadayê, di çend demjimêrên bihê de, hejmareke zêde ya dengên ku roja Sêşem û Çarşemê bi rêya posteyê hatine dan, bên cudakirin û paşê dê encam bên ragihandin.

Li gor datayên ajansa Asociated Press yên taybet bi encamên hilbijartina serokatiya Amerîkayê, niha Joe Biden 264 kursiyên encûmena hilbijartinê (Electoral College) bidestxistiye û tenê pêwîstî bi 6 kursiyan heye, lê Donald Trump heta niha 214 kursiyên wê encûmenê misoger kirine.

Piştî 2004ê, ti berbijêrekî Komariyan nekariye şeş kursiyên wilayeta Neveda qezanc bike.

Sala 2016ê jî li wê wilayetê Trump bi cudahiyeke kêm li bermaber Hillary Clinton rastî şikestinê hatibû û îsal jî di dema kempînên hilbijartinê de, bi hûrî bala xwe dabû ser wê wilayetê.

 

Zêdetir bixwîne

07:40

Wezareta Dadê derbarê binkeyên dengdanê de biryarek da

Cudakirina dengan li Wisconsinê (Wêne: AFP)

Wezareta Dadê ya Amerîkayê Dozgerê Giştî yê Federalî agahdar kir ku li gor yasa rê pê hatiye dayîn polîsê çekdar bişînin binkeyên cudakirin û hejmartina dengan li seranserê wîlayetan.

Rojnameya New York Times ev nûçe belav kir û biryara Wezareta Dadê wek hewlek e ji bo rêgirtina li “sextekari”yekê di dema cudakirina dengan de.

Ev di demekê de ye ku tîma Trump gilî tomar kirine û li gor serokê Amerîkayê “deng hatine dizîn.”

Zêdetir bixwîne

07:04

Malpera îdareya Biden wek serokê Amerîkayê kete kar

Joe Biden

Tevî ku hêj encama dawî ya hilbijartina serokatiya Amerîkayê nehatiye ragihadin û yekalî nebûye ka kî dibe serok, Joe Biden xwe ji bo wergirtina kursiya serokatiyê ji Donald Trump amade dike û ji bo wê mebestê jî malperek vekiriye ku bi rêya wê planên bo serokatiya Amerîka belav bike.

Ew malber bi navê “buildbackbetter.com” û niha tê de hatiye nivîsîn “Xelkê Amerîkayê biryar didin kî dibe serokê dahatû yê Amerîkayê.”

Navê malperê bi wateya “avedankirina bi şêweyekî baştir” e û ev jî amajeyek e bo wê peyama  Joe Biden û Kamala Harris ku di helmeta hilbijartinan de berz dikirin ku Trump bi lawazkirina Amerîkayê tohmetbar dikirin û soza dûbare avedankirinê bi alîgirên xwe didan.

Di malperê de plana Biden bo kontrolkirina Coronayê û bihêzkirina aboriya Amerîkayê hatiye aşkerekirin. Herwiha beşek hatiye terxankirin bo skalayên hemwelatiyan li ser xirabiya xizmetguzariyan.

 

Zêdetir bixwîne

06:54

Demokratan piraniya li Encûmena Nûneran ji dest da

Proseya cudakirina dengan berdewam e

Li Amerîkayê cudakirina dengên taybet bi hilbijartina Kongrêsê jî berdewam e û Demokratan heta niha bergirî li pêgeha xwe ya piraniya nav Encûmena Nûneran kiriye, lê piraniya reha jidest dane.

Roja Sêşemê, li gel birêveçûna hilbijartina serokatiya Amerîkayê, hilbijartina werza taybet bi hilbijartina her 435 endamên Encûmena Nûneran û 35 endamên Encûmena Pîran birêve çû.

Heta niha Associated Press ên taybet bi cudakirina dengên Encûmena Nûneran nîşan didin, Demokratan piraniya reha ji dest dan û ji 232 kursiyên ku hebûn heta niha 204 kursî birine, ev jî piştî jidestdana 5 kursiyan.

Li beramber jî Komariyan ku xwedî 197 kursî bûn di nav Encûmena Nûneran de, di vê hilbijartinê de heta niha 5 kursî birine û bûne xwediyê 190 kursiyan di nav Encûmena Nûneran de.

Hilbijartina Encûmena Pîran jî taybet bû bi hilbijartina 35 endamên wê encûmenê û Komariyan ku xwedî 53 kursiyên encûmenê bûn, ta niha 48 krusî bidest xistine, cudakirina dengan berdewam e û tê çaverêkirin berbijêrên Karolîna Bakur, Georgia û Alaska jî serkeftî bin.

Li beramber jî Demokrat ku xwedî 45 kursî bûn di nav Encûmena Pîran de, karîne 45 kursiyan bidest bixin, lê tê çaverêkirin berbijêrê wan li Michigan bibe.

Zêdetir bixwîne

06:08

Zêdetir ji 100 hezar kes li Amerîkayê bi Coronayê ketin

Li Amerîkayê heta niha 9 milyon û 799 hezar û 61 kes tûşî Coronayê bûne

Di demekê de ku Amerîka çaverêyî encama hilbijartinê ye, proseya cudakirina dengan li çendîn wîlayetan berdewam e. Li aliyê din roja Çarşemê zêdetir ji 100 hezar kes li Amerîkayê bi Coronayê ketin.

Hejmara pêketiyên Coronayê li piraniya wîlayetan di zêdebûnê de ye û ev jî çeka destê Demokratan bû di bangeşeya hilbijartinê de li dijî Trump ku şikestina di rûbirûbûna wê vîrusê û hejmara zêde ya qurbaniyên Coronayê dixine stûyê Trump.

Li gor amarên nû, roja Çarşemê li Amerîkayê, 106 hezar û 95 pêketiyên nû yên Coronayê hatin tomarkirin û hezar û 192 pêketiyan jî jiyana xwe ji dest dan.

Li Amerîkayê heta niha 9 milyon û 799 hezar û 61 kes tûşî Coronayê bûne ku ji wê hejmarê 239 hezar nexweşan canê xwe ji dest dane.

Zêdetir bixwîne

05:36

Berdevka Koşka Spî guman dixe ser proseya hilbijartinê

Berdevka Koşka Spî Kayleigh McEnany

Berdevka Koşka Spî Kayleigh McEnany di dema beşdariya xwe di bernameyeke televîzyonî de li gel medya Amerîkayê got, berpirsên Demokrat li bajarê Philadelphia li wîlayeta Pennsylivania di berjwendiya Biden de sextekarî kirine.

Berdevka Koşka Spî, dadgerê bajar û çend berpirsên din ên Demokrat bi wergirtina bertîl bo encamdana sextekariyê tohmetbar kir û got, ji ber vê sedemê divê partiya wan gilî li ser vê dengdanê tomar bike ku bêyî amadebûna çavdêrê wan hejmar hatiye kirin û ew guman dikin di berjewendiya Biden de sextekarî hatibe kirin.

Kayleigh McEnany diyar jî kir, eger hejmartina dengan li wîlayeta Pennsylivania bi “dadperwerane û şefaf” bê kirin Trump bi ciyawaziya 40 hezar deng bi pêş Biden dikeve.

Herwiha berdevka Koşka Spî dibêje, wan guman li ser dengên wîlayeta Michigan jî heye ji ber ku ji ber nebûna çavdêran, ew nizanin dengên sexte hatine pûçkirin an hatine hejmartin.

Derbarê wîlayeta Arîzona ku hê jî ji %25ê mane ku bên cudakirin û Trump bi kêmtir ji 8,000 deng li paş Biden e, McEnany geşbîn e ku dengên Trump li pêş ên Biden in.

Zêdetir bixwîne

05:29

Proseya cudakirina dengan li 5 wilayetan berdewam e

Georgia (Wêne: AFP)

Hewlêr (Rûdaw) - Cudakirina dengan li wilayeta Pennsyilvania berdewam e û tîma hilbijartinan ya Donald Trump skala li ser cudakirina dengên wilayeta Wîskonsin tomar kiriye.

Heya niha proseya cudakirina dengan li 5 wilayetan berdewam e. Donald Trump xwediyê 214 dengên Endamên Encûmena Hilbijartinan li hember Joe Biden ku 264 dengên Endamên Encûmena Hilbijartinan heye.

Li wilayetên Rojhilatê Amerîka heya niha proseya dengdanê li wilayeta Pennsyilvania, Karolîna Bakur û Goergia, Alaska li bakurê rojhilatê Amerîka, Nivada li rojhilatê Amerîka berdewam e.

Li Pennsylivania ku 20 endamê komîteya hilbijartinan hene, heya niha 86% dengan hatine cudakirin, Trump 52% ya dengan û Biden 46.9% ya dengan bidest xistine.

Li Karolîna Bakur, Trump 50% û Biden 48.7% ya dengan bidest xistine.

Li Goergia jî, Trump 50.1% ya dengan û Joe Biden jî 48.7% ya dengan bidets xistine.

Li Nevada ku 6 endamê wê hene, piştî cudakirina 75% ya dengan, Biden 49.3% ya dengan û Trump 48.7% ya dengan bidest xistine.

Li Alaska heya niha 50% ya dengan hatine cudakirin, Trump 63% ya dengan û 32% ya dengan bidest xistiye.

Zêdetir bixwîne

05:00

Li Nevada encama dengdanê piştî çend demjimêran tê ragihandin

Biden li Niveda li pêş e

Berpirsên wîlayeta Nevada radigihînin heta demjimêr 10.00 sibehê bi dema wê wîlayetê ku dike 09.00 bi dema Hewlêrê, encama hejmartina dengan ranagihînin.

Heta niha encama cudakirina ji %75ê dengên wîlayetê hatine ragihandin û Joe Biden bi ciyawaziyeke nêzikî 8 hezar li pêş Donald Trump e.

Wîlayeta Nevada 6 kursî di Encûmena Hilbijartina Serok de hene û eger Biden wan 6 kursiyan bibe dibe serokê nû yê Amerîkayê.

 Li gor berpirsên wîlayeta Nevada, di çend demjimêrên dahatiyê de, rêjeyeke zêde ya wan dengên ku bi rêya postê hatine dayîn tên cudakirin û encamp tê ragihandin.

Zêdetir bixwîne

03:38

Trump: Ziyan bi destpakiya sîstemê hatiye gihandin

Donald Trump jî dibêje, “Ziyan bi destpakiya sîstemê û hilbijartinên serokatiyê hatiye gihandin.”

Hewlêr (Rûdaw) - Hakimê Pennsylvania rexneyê li gumana kampeyna Trump digire derbarê encamên hilbijartinan. Trump gotibû ku “ziyan bi destpakiya sîstemê hatiye gihandin.”

Hakimê Michigan dibêje, “Her dengekî rewa wê di van hilbijartinan de bê hejmartin.”

Sekretera Wîlayeta Pennsylvania pêşbîniya derengketina ragihandina encamên dawî dike

Hakimê Pennsylvania jî tekez dike, “Ne pêkan e guman li ser proseyeke hilbijartinê hebe ku gelekî zelal û destpak e.”

Donald Trump jî dibêje, “Ziyan bi destpakiya sîstemê û hilbijartinên serokatiyê hatiye gihandin.”

Hakimê Pennsylvania jî tekez dike, “Daxwaza Trump derbarê ragirtina cudakirina dengan li wîlayetê şaştî ye û dijberî prensîpên bingehîn ê demokrasiya me ye.”

Li aliyê din proseya cudakirina dengan berdewam e û niha pêwîstiya Biden tenê bi 6 kursiyan heye ku bibe Serokê Amerîkayê.

Zêdetir bixwîne

02:13

Biden li wîlayeteke din jî serkeftin bidest xist

Biden gihîştiye 264 kursiyan
Joe Biden piraniya dengên wîlayeta Michigan bi dest xist û tenê 6 deng mane ku bibe serokê nû yê Amerîkayê. Pêwîstî bi 270 kursiyan heye û Biden gihîştiye 264 kursiyan.
 
Li gor datayên ajansa Associated Press, ji %99ê dengên wîlayeta Michigan, Biden ji %49.9 bidest xist ku dike 2 milyon û 688 hezar û 604 deng.
Zêdetir bixwîne

00:45

Biden: Em ber bi serkeftinê ve diçin

Joe Biden (Wêne: AFP)

Hewlêr (Rûdaw) - Joe Biden, rikaberê Donald Trump di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê gotarek pêşkêş kir û tekez kir, “Ez nehatime serkeftinê ragihînim, lê encam di berjewendiya me de ne. Hemû nîşan tekez dikin ku em ber bi serkeftinê ve diçin.”

Joe Biden amaje bi wê kir  ku ew li Wisconsinê bi serketin û got, “Amerîkiyan tekez kiriye ku baweriya wan bi demkarasiyê heye.”

Herwiha Biden got jî, “Bi cudabûna 3 milyon dengî li pêş Trump im. Di dîroka Amerîkayê de me bêhtirîn deng bidest anîne.”

Joe Biden dibêje, “Ez ê weke Demokrat biser bikevim lê weke Amerîkî hukimdariyê bikim. Piştî hilbijartinan em ê ji daxuyaniyên kampeynên hilbijartinê derbas bibin û nema serederiyê ligel rikaberên xwe weke dijmin bikin”

Biden behsa rewşa wîlayeta Pennsylvania jî kir û got, “Em bi 78% ji dengên postê li Pennsylvania biser ketin. Hemû nîşan tekez dikin ku em ber bi serkeftinê ve diçin.”

Zêdetir bixwîne

23:07

Joe Biden li wileyata Wisconsinê serket

Joe Biden

Cudakirin û hejmartina dengan li tenê çend wilayetên Amerîkayê berdewam e, û herî dawî Berbijêrê Demokratan bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê Joe Biden li wilayeta Wisconsinê jî piraniya dengan bidest xist.

Li wileyate Wisconsinê tevahiya dengan hatin hejmartin ku xwediyê 10 kursiyên encûmena hilbijartinê ye, Biden bi rêjeya ji sedî 49.6 misoger kir. Li Wisconsonê Joe Biden milyonek û 630 hezar û 396 deng bidest xistin û Donal Trump jî karî milyonek û 609 hezar 879 deng bidest xistin.

Biden bi misogerkirina 10 kursiyên Wisconsinê, rêya wî ya bo wergirtina posta serokatiya û çûna bo Koşka Spî nêzîktir bû.

Zêdetir bixwîne

18:34

Trump: Destkarî di cudakirina dengan de tê kirin

Donald Trump / Wêne: AFP

Berbijêrê Komariyan bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê û serokê niha yê wî welatî Donald Trump derbarê encama hilbijartinan de ragihand ku li hinek wilayetan ew li pêş bûn, lê dengê wan bi awayekî sihirî wenda bûne.

Berbijêrê Komariyan bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya herî dawiy, de dibeje heya şevê din jî li çendîn wîlayetan ew li pêş bû, lê dengên wan bi awayekî cadûgerî wenda dibin.

Donald Trump herwiha dibêje ku navendên rapirsiyê gelek bi şaşî pêşbîniya encamên hilbijartinê kirine.

Trump diyar kir ku ew li çendîn wîlayetan li pêş bûn ku Demokrat lê serdest bûn.

Zêdetir bixwîne

17:59

Biden li wilayeta Michiganê da pêş Trump

Michiganê proseya cudakirina dengan berdewam e

Cudakirin û hejmartina dengan li wilayeta Michiganê berdewam e û heta niha %94 ji dengên vê wilayetê hatine hejmartin, ku 16 kursiyên wilayetê di encûmena hilbijartinê de hene.

Li gor encamên ku heta niha hatine belavkirin, Joe Biden berbijêrê Demokratan %49.4ê dengan bidestxistiye û Donald Trump %49.1ê dengan biriye. Encamên heta vê demê li wilayeta Michiganê wiha nîşan didin, ku ev wilayet jî di berjewendiya Biden de yekalî bibe.

Eger Biden 16 kursiyên Michiganê misoger bike, rêya wî ya bo wergirtina posta serokatiya û çûna bo Koşka Spî nêzîktir dibe. Lê hêj egera wê heye ku encam bi qazanca Trump jî biguhere.

Li gor dengên ku heta niha li Michiganê hatine hejmartin, rêjeya dengên herdu berbijêran wisa ye:

Biden: 2 milyon û 518 hezar û 923 deng

Trump: 2 milyon û 500 hezar û 843 deng

Zêdetir bixwîne

16:58

Rewşa herî dawî li 7 wilayetên ku veqetandina dengan bidawî nebûye

Proseya cudakirina dengan berdewam e

Rikeberiya Berbijêrê Demokratan bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê Joe Biden û berbijêrê Komariyan bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê Donald Trump mil bi mil berdewam e.

Li gor amarên ne fermî heta niha Joe Biden 238 kursiyên encûmena hilbijartinê û Donald Trump jî 213 kursiyên encûmena hilbijartinê bidest xistine. Berbijêrê ku 270 kursiyên kursiyên encûmena hilbijartinê bidest bixe bo heyama çar salên li pêş dibe serokê Amerîkayê.

Li 7 wilayetên Amerîkayê ku 86 kursiyên encûmena hilbijartinê lixwe digerin, proseya veqetandina dengan berdewam e. Ji wan heft wilayetan li gor dengên heta niha hatine veqetandin, li 5 wilayetan Trump û li 2 wilayetan jî Biden li pêş e.

Li wilayetên weke Michigan, Pensilvanya, North Carolina, Alaska û Georgiayê Trump li pêş e. Li herdu wilayetên Wisconsin û Nevada jî Biden li pêş Trump e.

Li wilayeta Wisconsin ji sedî 95ê dengan hate veqetandin û li gor wê yekê Biden %49.4 û Trump %49.1ê dengan bi dest xistine û rikeberiya navbera herdu aliyan pir nêzîkî hev e. Wisconsin xwediyê 10 kursiyan e.

Li wileyata Nevadayê ku xwediyê 6 kursiyên encûmena hilbijartinê ye ji sedî 67ê dengan hate veqetandin û Biden ji sedî 50 û Trump ji sedî 47.9ê dengan bi dest xistine.

Li North Carolina ku 15 kursiyên wê hene, %94ê dengan hatine cudakirin û Trump bi rêjeya ji sedî 50.1 bi du xal li pêş e. Biden jî li wê wilayetê ji sedî 48.7ê dengan bidest xistiye.

Li Pennsylvania jî ku 20 kursiyên wê wilayetê di encûmena hilbijartinan de heye,  %75ê dengan hatine cudakirin û Trump bi 12 xal li pêş e.

Li Alasaka ku 3 kursiyên wê hene, %45 dengan hatine cudakirin Biden %33 û Trump %62.9ê dengan bi dest xistine.

Li Georgia jî ku 16 kursiyên wê wilayetê di encûmena hilbijartinan de heye, %94 dengan hatine cudakirin. Biden %48.3 û Trump %50.5 dengan bi dest xistine.

Wilayeta Michigan jî ku xwediyê 16 kursiyan di encûmena hilbijartinê de ye, heta niha ji sedî 82ê dengan hatine cudakirin. Dengê herdu aliyan li vê wilayetê gelek nêzîkî hev e, û her aliyek ji Biden an Trump li vê wilayetê, şansê wan ji bo serkeftina dawî zêdetir dike. Li Michigan Biden %49 û Trump %49.5ê dengan bi dest xistine.

Zêdetir bixwîne

15:40

Biden li Kurdistana biçûk biserket

Bajarê Nashville li wilayeta Tennessee bi “Kurdistana Biçûk” tê naskirin.

Li bajarê Nashville ku navenda wilayeta Tennessee ye, Joe Biden berbijêrê Demokratan bo posta serokatiya Amerîkayê bi 100 hezar dengan li pêş Donald Trump berbijêrê Komariyan ket û li vî bajarî serkeftin bidestxist, lê li ser asta wilayetê, Trump li pêş Biden ketiye û 11 kursiyên wilayetê yên di encûmena hilbijartinê de ji xwe re misoger kirine.

Bajarê Nashville bi “Kurdistana Biçûk” tê naskirin, ew jî ji ber ku hejmareke zêde Kurd li wî bajarî Amerîkayê dijîn. Li gor amarên Wezareta Koç û Nîştecihkirinê ya Amerîkayê, hejmareke zêde ji Kurdan niştecihê vî bajarî ne.

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartina serokatiya Amerîakyê, Donald Trump li piraniya bajarên wilayeta Tennessee li pêş Biden ketiye û tenê li sê bajarên wê wilayetê Biden li pêş Trump e, ku yek ji wan bajaran, Nashville ya paytexta wilayetê ye.

Duh Sêşemê hilbijartina serokatiya Amerîkayê hat lidarxistin û cudakirin û hejmartina dengan jî berdewam e. Li gor encamên destpêkê ku heta niha hatine belavkirin, hin wilayet ji bo Joe Biden û hin wilayet jî ji bo Donald Trump yekalî bûne.

Biden îro di axaftinekê de ragihand, “em dê vê hilbijartinê qezenc bikin” û Trump jî di gotarekê de li Koşka Spî ragihand, “me serkeftineke mezin bidestxistiye, lê dixwazin dengan bidizin”, weke amajeyekê bo tometbarkirina Demokratan.

Trump di gotarekê de bo alîgirên xwe li Koşka Spî got: “Em amade ne bo gêrandina ahengê û li piraniya cihan em serkeftine, encamên îşev me dîtin ku gelek baş bûn, me karî biserkevin û yekane tişt ku mabe em bikin, ev e ku am hengê bigêrin.”

Trump tirsa xwe li egera saxtekariyê di hilbijartinan de anî ziman û got: “Emê li beramber wan kesan rawestin ku dixwazin dengê me ji xwe re bibin.”

Zêdetir bixwîne

14:20

Biden li wilayeta Wisconsin da pêşiya Trump

Joe Biden

Li wilayeta Wisconsin Biden %49.4 û Trump %49.1ê dengan bi dest xistine û rikeberiya navbera herdu aliyan pir nêzîkî hev e.

Wisconsin xwediyê 10 kursiyan di encûmena hilbijartinê de ye û serkeftina her aliyek ji Biden an Trump li vê wilayetê, şansê wan ji bo serkeftina dawî zêdetir dike.

Herwiha li North Carolina ku 15 kursiyên wê hene, %91ê dengan hatine cudakirin û Trump bi du xal li pêş e. Li Pennsylvania jî ku 20 kursiyên wê wilayetê di encûmena hilbijartinan de heye,  %75ê dengan hatine cudakirin û Trump bi 12 xal li pêş e.

 

Zêdetir bixwîne

11:27

Trump: Em serkeftin û emê ahengê bigêrin

Donald Trump îro li Koşka Spî daxuyanî da.

Donald Trump, serokê Amerîkayê û berbijêrê Komariyan bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, serkeftina xwe di hilbijartinan de ragihand û ji alîgirên xwe re got, “em amade ne bo gêrandina ahengê.”

Trump di gotarekê de bo alîgirên xwe li Koşka Spî got: “Em amade ne bo gêrandina ahengê û li piraniya cihan em serkeftine, encamên îşev me dîtin ku gelek baş bûn, me karî biserkevin û yekane tişt ku mabe em bikin, ev e ku am hengê bigêrin.”

Trump spasiya hemû wan kesan kir, ku piştevanî lê kirine û tirsa xwe li egera saxtekariyê di hilbijartinan de anî ziman û got: “Emê li beramber wan kesan rawestin ku dixwazin dengê me ji xwe re bibin.”

Berî wê gotara xwe jî, Trump li ser twîtera xwe gotibû, Demokrat dixwazin dengan bidizin û ew qet rê nadin ku tiştekî wisa çê bibe.

Donald Trump amaje bi serkeftina xwe li çend wilayetan kir û ragihand, serkeftina li Floridayê  ji bo wî çaverêkirî bû û diyar kir, “li Ohio ya mezin û li Texasê me bir, li Texasê bi 700 hezar dengan em li pêş in, li Georgia jî em serketine, li North Carolina jî bi 2.5 xalan em li pêş in, ku dike sedan hezar deng, niha çavê me li Arizona ye.”

Weke Trump bi xwe jî dibêje, egerek heye ku li Arizonayê li hinek cihan dengên trump kêm bibin û destnîşan kir, “lê em dizanin li Pennsylvania em serkeftî dibin, me 600 hezar deng zêdetir aniye li Pennsylvania, dengên me berovajî wan rapirsiyan in ku pêştir dihatin kirin û digotin, zehmet e em serkeftî bin, êdî niha temaşe bikin çi rû dide, li Michiganê jî em dê serkevin, min encamp dîtin û em gelek li pêş in û pêwîstiya me bi dengên din nîne.”

Trump di gotara xwe de behsa borse û bazaran jî kir û got: “Îşev me dê şeveke gelek mezin hebe, bazar dê bên vejandin û hûn bibînin.”

Zêdetir bixwîne

10:09

CNN: Trump li wilayeta Montana jî serket

Hejmarek ji xelkê li qadeke bajarê New Yorkê encamên hilbijartinê dişopînin. Wêne: AFP

Kanala televîzyonî ya CNN a Amerîkî pêşbînî dike, ku Donald Trump li wilayeta Montana jî biserkeve û hersê kursiyên wê wilayetê jî qezenc bike û hejmara kursiyên wê bigihîne 213an.

Joe Biden hêj bi 220 kursiyên encûmena hilbijartinê li pêş e û ji bo serkeftina berbijêrekî bo wergirtina posta serokatiya Amerîkayê, herdu aliyan pêwîstiya wan bi 270 kursiyên encûmena hilbijartinê heye.

Zêdetir bixwîne

09:35

Trump: Dixwazin dengan bidizin

Donald Trump

Berbijêrê Komariyan û serokê niha yê Amerîkayê, Donald Trump ku rikeberiya wî li gel Joe Biden berbijêrê Demokratan gelek nêzîkî hev e, di peyamekê de li ser twîtera xwe, aliyê Demokrat tometbar kirk u dengan didizin.

Donald Trump diyar kir, ku wan dengek baş bidestxistiye, lê hewlên dizîna dengan hene û destnîşan kir, ew bi ti awayî rê bi tiştekî wisa nadin.

Trump got: “Me dengek baş bidestxistiye, lê ew dixwazin dengan bidizin. Em qet rê nadin wî karî bikin, nabe piştî girtina sindoqan deng bên dayîn.”

Herî dawî Trump, li herdu wilayetên Florida û Texas ên stratejîk serket û 29 kursiyên Florida û 38 kursiyên Texasê di encûmena hilbijartinan de ji xwe re misoger kirin.

 

Zêdetir bixwîne

09:29

Biden: Emê di vê hilbijartinê de serkevin

Joe Biden û hevjîna wî Jill Biden

Berbijêrê Demokratan di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, Joe Biden di axaftinekê de li bajarê Wilmington ragihand, hejmartina dengan dem dixwaze, lê em diçin ku li Pennsylvania serkevin.

Joe Biden ku rikeberiya wî li gel Trump mil bi mil berdewam e, herwiha diyar kir, ez bi van encaman geşbînim.

Biden tekez kir, divê li bendê bin û aram bin heta cudakirina dengê herî dawî yê hilbijartinê.

Ew yek di demekê de ye, ku Trump di herdu wilayetên pir giring ên Florida û Texasê serkeftin bidestxistiye û 29 kursiyên Florida û 38 kursiyên Texasê qezenc kirine.

Zêdetir bixwîne

09:05

Trump li Floridayê biserket

Donald Trump

Donald Trump berbijêrê Komariyan di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, li wilayeta Floridayê jî biserket û 29 kursiyên wê wilayetê misoger kirin.

Bi serkeftina li Floridayê, hejmara kursiyên Trump û Komariyan di encûmena hilbijartinan de gihîşt 174 kursiyan.

Zêdetir bixwîne

07:38

Biden 209 û Trump 118 kursî birine

Wêne: AFP

Hewlêr (Rûdaw) - Proseya cudakirina dengan li Amerîkayê berdewam e. Heta niha berbijêrê Demokratan Joe Biden 209 kursî û berbirjêrê Komariyan Donald Trump 118 kursî birine.

Joe Biden li New Hampshire, Vermont, New York, Massachusetts, Connecticut, Maryland, Colorado û New Mexico serkeftî ye.

Herwiha Biden li New Hampshire, Vermont, New York, Massachusetts, Connecticut, Maryland, Colorado û New Mexico serkeftî ye

Wîlayetên ku Trump lê ser ketiye ev in; Utah, Louisiana, Alabama, Carolinaya Başûr, Tennessee, Arkansas,Oklahoma,  Kentucky, Indiana, Virginiaya Rojava  û Nebraska, Dakotaya Başûr, Dakotaya Bakur.

Trump herwiha li Utah, Oklahoma, Louisiana, Alabama, Carolinaya Başûr, Tennessee, Arkansas, Kentucky, Indiana, Virginiaya Rojava,Nebraska, Dakotaya Başûr, Dakotaya Bakur serkeftî ye.

Zêdetir bixwîne

07:13

Dîroka dengdana wîlayetên yekalînebûyî yên Amerîkayê

Hilbijartinên serokatiyê birêve çûn

Hewlêr (Rûdaw) - Wîlayetên yekalînebûyî yên Amerîkayê amaje ye bo wan wîlayeta ku meyla wan a siyasî bo ti partiyeke Amerîkayê nîne û di dema hilbijartina serokatiyê de her 4 sal carekê deng bi berbijêrekî didin.

Ji 50 wîlayetên Amerîkayê hejmara wîlayetên ku yekalînabin di navbera 4 ta 10an de zêde an kêm dibe û encama dengdana wan hilbijartinan serkeftiyê hilbijartinê diyar dike.

Dîroka dengdanê di 16 salên derbasbûyî de ku heta niha 5 hilbijartinên serokatiyê hatine kirin

Wîlayeta Florida dikebe başûr rojhilatê Amerîka û 29 encamên Komîteya Hilbijartinan heye.

Florida yek ji wan wîlayetên yekalînebûyî ya herî girîng a Amerîkayê ye ku ji 1964an ve serkeftiyê hilbjartinê diyar kiriye, wate 56 sal e hr berbijêrek li Florida serbikeve, bi piştrastî di hilbijartina giştî de jî serdikeve.

Li Florida; sala 2004an Bushê Komarî, salên 2008 û 2012 Obamayê Demokrat û 2016an jî Trumpê Komarî bi ser ket.

Li wîlayeta Pennsylvania li bakur rojhilatê Amerîka 20 endamên Encûmena Hilbijartinan hene.

Ji sala 1992an ve Pennsylvania deng bi berbijêrên Demokratan daye jibilî sala 2016an ku tenê bi ciyaziya 0.7 Trump li hember Hillary Clinton bi ser ket.

 Di salên 2004, 2008 û 2012an de xelkê Pennsylvania deng bi Demokratan dan.

Wîlayeta Ohaio li bakurê Amerîka ku 18 endamên Komîteya Hilbijartinan heye; ew yek ji mezintirîn wîlayetên yekalînebûyî li navçeya naverasta rojavayê Amerîkayê ye û bi dehan sal e serkeftiyê serokatiyê li wê wîlayetê diyar nebûye.

Pennsylvania 2004an deng bi Bush ê Komarî, 2008 û 2012an deng bi Obamayê Demokrat û 2016an bi ciyawaziya 8 xal deng bi Trump ê Komarî da.

Wîlayeta Michigan li bakurê Amerîkayê ku 16 endamên Komîteya Hilbijartinê hene; jibilî hilbijartinên serokatiyê di 2016an de Michigan bi ciyawaziyeke kêm deng bi Trump da û di 6 hilbijartinên serokatiya Amerîkayê yên berî niha de wê wîlayetê her tim deng bi berbijêrên Demokrat da.

Zêdetir bixwîne

06:29

Lindsey Graham careke din bo Encûmena Pîran hat hilbijartin

Lindsey Graham careke din bo Encûmena Pîran hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Komarî Lindsey Graham careke din bo Encûmena Pîran hat hilbijartin.

Li Amerîkayê di hilbijartinên serokatiyê de jibilî serok nûnerên Encûmena Pîran jî tên hilbijartin.

Senatorê Komarî Lindsey Graham ku nêzîk e li Trump û xwedî bandoreke mezin e, ji Carolîna Başûr careke din bo Encûmena Pîran hat hilbijartin.

Lindsey Graham ji %55.2ê dengan û Jaime Harrison ê Demokrat ji %43.1ê dengan bidest xist.

Hlbijartinên bo Kongresê taybet jî di siyaseta Amerîkayê de xwedî girîngiyeke mezin e ji ber ku kîjan partî xwedî hêz be ew partî qada karkirina serok diyar dike.

Graham Mijdara sala derbasbûyî li gel Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman civiya û behsa pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê kir.

Beyan Samî Ebdulrehman ragihand ku Graham piştgiriya xwe ya berdewam bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurditanê ew senator wek “dostê dêrîn ê gelê Kurd” binav kir. Graham di dema êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha 2019an de piştevaniya xwe bo Kurdan ragihand.

Graham sala 2018an li gel şandekê serdana Hewlêrê kir û li gel Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyabû.

Nêçîrvan Barzanî wê demê di twîtekê de ragihandibp, wan behsa pêşdebirina peywendiyên “baş ên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kir” û pêşdebirina wan peywendiyan jî karê sereke yê hikûmetê dibe.

Her di wê kombûnê de li gor daxuyaniya wê demê ya hikûmetê, Graham û şanda li gel, stayîşa Pêşmerge û neberdana wan kiriye di şerê li dijî DAIŞê de.

Zêdetir bixwîne

05:30

Wîlayetên ku yekalî bûne

Li hinek wîlayetan encam yekalî bûne

Di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de heta niha li wîlayetên West Virginia, Kentucky, İndiana, Tennessee, South Carolina, Alabama, Mississippi, Louisiana, Arkansas, Oklahoma, Nebraska, Wyoming, South û North Dakota Donald Trump serkeftin bidest xist.

Li wîlayetên New York, Vermont, Massachusetts, Connecticut, Virginia, Illinois û New Mexico Joe Biden serkeftin bi dest xist.

Joe Biden heta niha 119 kursî û Donald Trump jî 92 kursî wergirtine. Ji bo serkeftina hilbijartinê pêwîst e 270 kursî bên bidestxistin.

Zêdetir bixwîne

04:44

Encamên destpêkê: Biden li pêş e

Encamên destpêkê diyar dibin

Li Amerîkayê 59emîn hilbijartinên serokatiyê birêve diçin û li gor encamên destpêkê Joe Biden li pêş Donald Trump e.

Li gor encamên destpêkê li wîlayetên New Jersey, Massachusetts, Illinois, Delaware û Connecticut Joe Biden bi ser ket

Li wîlayetên Tennessee, Mississippi, Alabama û South Carolina Donald Trump bi ser ket.

Zêdetir bixwîne

03:40

Encamên destpêkê yên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê

Li hinek wîlayetan encam yekalî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên serokatiya Ameîrkayê birêve diçin û li beşek wîlayetan encam diyar bûn.

Serokê dahatû yê Amerîka pêwîst e ji 538 kursiyan, 270 kursiyan bidest bixe.

Li wîlayeta Kentucky Trump serkeftin bidest xist û 8 kursî bir û li wîlayeta Vermont jî Biden bi 3 kursiyan serkeftin bidest xist.

Ev encam ji ajansa Associated Press hatine wergirtin

Zêdetir bixwîne

03:38

Donald Trump: Em di rewşeke baş de ne

Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje, di hilbijartinan de ew li seranserê welat di rewşeke baş de ne.

Donald Trump jî li hejmara xwe ya Twitterê got, “Bi rastî em li her cihê welat di rewşeke baş de ne. Spasdar im!”

 

Zêdetir bixwîne

03:19

Li Amerîkayê hilbijartinên dîrokî: 46emîn serok tê hilbijartin

Proseya dengdanê berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Amerîkayê ji bo diyarkirina serokê nû ku dê welat bo dema 4 salan birêve bibe berê xwe dane ser sindoqan.

Li Amerîkayê proseya dengdanê ku Donald Trump û Joe Biden di rikaberiyê de ne, berdewam e û ber bi dawîbûnê ve.

Di vê hilbijartina ku tê çaverêkirina zêdetirîn beşdarî tê de hebe di dîroka Amerîkayê de, Encûmena Nûneran ku ji 435 endaman pêk tê, Senat ku ji 34 endaman pêk êt û hejmareke parêzgarên wîlayetan jî dê bên diyarkirin.

Zêdetir ji 100 milyon kesî di bin tedbîrên ji ber Cooronayê, dengên xwe bi rêya posta an jî bi çûna zû bo ser sindoqan bikar anîn.

Li beşek ji wîlayetên Indiana û Kentucky, bi dema Hewlêrê sindoq dê di 02.00an de bên girtin. Li Alaska û Hawaii jî ku dikevin aliyê rojava, dê sindoq bi dema Hewlêrê di demjimêr 09.00an de bên girtin.

Rêveberê kampeyna Biden, Jen O'Malley Dillon dibêje, “Aşkere ye ku em serdikevin” û got ew li Pennsylvania û Florida li pêş in lê eger bisernekvin jî ew dê bigihijin hejmara 270 delege.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ku serdana navendeke kampeyna hilbijartinê kir li Virginia got, “Ez niha gotareke bo binketin an serketinê nakim. Serkeftin hêsan e, binketin ti caran ne hêsan e ji bo min” û diyar jî kir ku ew li Florida, Arizona û Teksasê di rewşeke baş de ne.

Li aliyê din li gor rapirsiyan li Amerîkayê, Joe Biden ê Demokrat 6.0 li pêş Donald Trump ê Komarî ye.

Zêdetir bixwîne