Hewlêr (Rûdaw) - Raporek nîşan dide ku artêşa Amerîkayê di 24 saetên yekem ên êrişên li Îranê de li hezar cihên cuda xistiye.
Ji bo vê yekê jî pişta xwe daye teknolojiya hişê çêkirî ya herî bipêşketî ku ev yek di dîroka şeran de cara ewil e.
Ev teknolojî bûye sedema sereke ya lezkirina operasyonan.
Lê belê li Washingtonê di navbera hikûmet û şirketa hilberînera vê teknolojiyê de nakokiyeke dijwar heye.
Li gorî rapora rojnameya Washington Postê, artêşa Amerîkayê "Sîstema Jîr a Maven"ê (Maven Smart System) bi kar tîne.
Washington Postê ev agahî ji sê çavkaniyên cuda wergirtine.
Sîstema Mavenê ji aliyê şirketa Palantirê ve hatiye çêkirin.
Ev sîstem bi rêya bernameya "Claude"yê dixebite û Claude jî berhema şirketa Anthropicê ye.
Sîstema Mavenê çi ye?
Ev sîstem platformeke îstixbaratê ye û bi hişê çêkirî hatiye xurtkirin û artêşa Amerîkayê wê bi kar tîne.
Artêş ji bo xebitandina vê sîstemê, sûdê ji bernameya Claudeyê dibîne.
Sîstem dikare di heman demê de ji 179 çavkaniyên cuda agahiyan wergire û amaran analîz dike.
Bi vî awayî di dayîna biryaran de alîkariya berpirsên leşkerî dike.
Maven hişê çêkirî ji bo van karan bi kar tîne: Naskirina armancan di wêne û vîdeoyan de, derxistina agahiyên îstixbaratî, kurtkirina raporan, birêvebirina beşên lojîstîk û odeyên operasyonan, pêşniyarkirina cihên lêdanê û analîzkirina metirsiyan.
Li gorî raporê, sîstemê gelek agahiyên nihênî analîz kirine û ew agahî ji peykan, balafirên sîxuriyê û çavkaniyên îstixbaratê hatine wergirtin.
Sîstemê di demeke pir kurt de cihê armancan destnîşan kiriye û paşê ew li gorî girîngiya wan rêz kirine.
Berpirsekî leşkerî li ser vê yekê got, "Claude û Mavenê wiha kiriye ku ew plana şer a ku berê bi hefteyan dikişand, bibe karekî kêlîkî."
Nakokiya Amerîka û Anthropicê
Ev teknolojî piştgiriya sereke ya operasyona "Xezeba Destanî" (Epic Fury) dike.
Lê têkiliya Birêvebiriya Anthropicê Dario Amodei û birêvebiriya Trump têk çûye.
Donald Trump tenê çend saetan berî destpêkirina bombebaranan, biryarek da û wî xwest ku bikaranîna teknolojiya vê şirketê di saziyên hikûmetê de bê qedexekirin.
Ev nakokî piştî biryareke şirketê derket holê.
Şirketê nexwest teknolojiya wê ji bo sîxuriya bikom a li ser welatiyên Amerîkî were bikaranîn.
Her wiha şirket li dijî çêkirina Pergalên Çekên Otonom ên Kujer (LAWS) derket.
Ev cureyên çekan gava tên aktîvkirin, dikarin bi xwe armanca xwe destnîşan bikin û ew dikarin nîşanê li armancê bigirin û wê ji holê rakin.
Ev çek tenê bi aktîfkirinê dixebitin û êdî hewcedariya wan bi destê mirovan namîne.
Lê belê artêşa Amerîkayê heta niha jî Claudeyê bi kar tîne.
Rapor diyar dike ku fermandarên leşkerî bi temamî bi vê sîstemê ve hatine girêdan.
Berpirsekî Amerîkayî got, "Em rê nadin ku biryarên Amodei jiyana leşkerekî Amerîkî bixe metirsiyê.
Loma jî heta ku em alternatîfekê peyda bikin em dê sîstemê bi kar bînin."
"Hişê çêkirî xeletiyan jî dike"
Pisporê Navenda Ewlehiya Nû ya Amerîkayê (CNAS) Paul Scharre jî li ser mijarê axivî û got:
"Niha hişê çêkirî ji qonaxa teorîk derbasî qonaxa pratîk a şeran bûye."
Scharre hişyarî da û diyar kir ku di vê yekê de metirsî jî heye û wiha domand:
"Hişê çêkirî xeletiyan jî dike. Dema ku mijar bi jiyan û mirina mirovan ve girêdayî be, divê her tim mirovek encamên vê teknolojiyê kontrol bike."
Sîstema Mavenê berê jî hatibû bikaranîn
Amerîkayê sala 2021ê dema ji Afganistanê vekişiya ev sîstem bi kar anîbû.
Her wiha piştî êrişên 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan jî ji bo piştgiriya Îsraîlê hatibû bikaranîn.
Niha zêdetirî 20 hezar leşker û karmendên Amerîkayê sûdê ji vê teknolojiyê dibînin.
Rapor destnîşan dike ku Anthropic ji Pentagonê tê dûrxistin.
Di vê demê de şirketên wekî xAI ya Elon Musk û OpenAI hewl didin cihê wê bigirin.
Van şirketan bi hikûmetê re peymanên nihênî îmze kirine da ku pêdiviyên leşkerî dabîn bikin.
Zanîngeha Georgetownê li ser mijarê lêkolînek kiriye.
Li gorî lêkolînê, berê pêwîstiya yekîneyeke topxaneyê bi 2 hezar karmendan hebû lê bi saya vê sîstemê niha 20 kes dikarin heman karî bikin.
Şerê niha yê li Îranê, ceribandineke mezin û bixwîn e û ev şer nîşan dide bê ma hişê çêkirî çawa dikare bandorê li cîhana nû bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse