Trump: Divê ez serkirdeyê nû yê Îranê diyar bikim

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran Serkirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, divê ew di hilbijartin û destnîşankirina serkirdeyê paşerojê yê Îranê de beşdar be û rola wî hebe, tam wekî tiştê ku li Venezuelayê rû da.

Trump her wiha amaje pê kir, Mucteba Xamineyiyê kurê Elî Xamineyî wekî şûngirê bavê xwe "nayê qebûlkirin."

Serokê Amerîkayê îro di hevpeyvîneke telefonî ya 8 xulekî de ji malpera Axiosê ya Amerîkî re got, îdareya wî dê rê li ber her hewldana ji bo hiştina pergala niha ya Tehranê bigire.

"Kurê Xamineyî bêbandor e"

Trump destnîşan kir ku Mucteba Xamineyî niha wekî namzede herî bi hêz e ji bo girtina cihê bavê xwe.

Li gorî Trump, Mucteba kesayetiyekî "bêbandor" e û nikare wê aştî û tebayiya ku Amerîka dixwaze, li Îranê vegerîne.

Trump di wê hevpeyvînê de got:

"Ew (Îranî) dema xwe vala xerc dikin. Kurê Xamineyî kesekî bêbandor e.

Divê ez di proseya danîna serkirdeyê nû de beşdar bim, tam wekî tiştê ku min li Venezuelayê li gel Delcy Rodriguezê kir."

Metirsiya şerê nû

Serokê Amerîkayê red kir ku ti serkirdeyî qebûl bike ku heman siyasetên Rêberê berê yê Komara Îslamî Elî Xamineyî bişopîne û got:

"Eger wisa be, Amerîka dê neçar bimîne ku piştî 5 salên din vegere şer. Em kesekî dixwazin ku aştiyê bîne Îranê."

Mînaka Venezuelayê

Serokê Amerîkayê rewşa niha ya Îranê şiband Venezuelayê.

Hêzên Amerîkayê Kanûna Paşîn a borî Nicolas Maduro girtibû û Delcy Rodriguez desthilat girtibû destê xwe.

Trump roja çarşemê pesnê Rodriguezê da û ragihand ku "herikîna petrolê dest pê kiriye" ber bi Amerîkayê ve.

Her wiha Trump di gotara xwe ya salane de Venezuela wekî "dosta nû" bi nav kir û got, Washingtonê piştî operasyona Maduro zêdetirî 80 milyonan bermîl petrol ji wî welatî wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst