Pekîn (Rûdaw) - Li Pekîna paytexta Çînê û li Salona Mezin a Gel, ji bo Çînê bûyera siyasî ya herî girîng û mezin a salê dest pê kir.
Ev jî civînên "Du Rûniştin" an jî "Du Xul/Dewre" in ku tê de biryarên çarenivîssaz ên aborî, leşkerî û dîplomatîk ên welêt ji bo sala 2026an û pênc salên paşerojê tên nîqaşkirin.
Civînên îsal ne tenê nîşandaneke siyasî ne, di heman demê de werçerxereke girîng in.
Çimkî di heman demê de "15emîn Plana Pênc Salî ya Çînê (2026-2030)" tê ragihandin.
Ev plan nexşeya gihîştina lûtkeya teknolojî û hişê çêkirî û rûbirûbûna aloziyên navneteweyî xêz dike.
Du Rûniştin an jî Du Xul
Ev têgeh ji bo du saziyên cuda tê bikaranîn ku bi hev re stûna pergala siyasî ya Çînê pêk tînin:
Kongreya Niştimanî ya Gel (NPC): Desthilata herî bilind a yasadanînê ye û nêzîkî 2 hezar û 900 endamên wê hene. Erka wan a sereke pesendkirina yasayan, budce û tayînkirina berpirsên bilind e.
Konferansa Şêwirmendiya Siyasî ya Gelê Çînê (CPPCC): Desteyeke şêwirmendiyê ye û zêdetirî 2 hezar û 100 endamên wê hene. Ew ji kesayetiyên navdar, bazirgan û nûnerên pêkhateyan pêk tên da ku pêşniyaran pêşkêşî hikûmetê bikin.
Ev beşdar ji bajar, bajarok, herêm û parêzgehên 31 herêmên Çînê ne.
Her wiha nûnerên artêşê, zana û kesayetî jî beşdar dibin.
Ew ji aliyê organên Partiya Komunîst a Çînê ve tên hilbijartin, ne bi rêya hilbijartineke demokratîk.
Partiya Komunîst a Çînê wekî tekane partiya desthilatdar hikûmeta Çînê bi rê ve dibe.
Li Çînê 8 partiyên siyasî yên din jî hene lê ti mafê wan ê serkirdatîkirin yan jî îdarekirina dewletê nîne.
Lêbelê ew dikarin di van her du rûniştinan de wekî çavdêr û şêwirmend pêşniyar û nêrînên xwe pêşkêşî Partiya Komunîst a Çînê bikin.
Her çi qas ev yek li Çînê wekî erdhejeke siyasî tê dîtin jî di medyaya rojavayî de ev civîn wekî "parlamentoya mohra plastîkî" tê naskirin.
Tê îdiakirin ku biryarên bingehîn hemû ji berê ve ji aliyê Polîtburoya Partiya Komunîst (CCP) ve hatine yekalîkirin û ev civîn tenê platformeke fermî ne ji bo gihandina peyamên Çînê yên ji bo cîhanê.
Aborî
Di rapora karkirina hikûmetê de, Çînê armanca xwe ya mezinbûna aboriyê ji bo sala 2026an wekî ji sedî 4,5 heta ji sedî 5 diyar kiriye.
Ev amar li gorî dehsaliyên borî ku ji sedî 10 dihat tomarkirin, daketineke berbiçav e.
Sedemên kêmkirina armanca mezinbûna aboriya Çînê
- Xavbûna kirîn û firotina li navxweyî: Rêjeya bikarhêneran tenê ji sedî 40 e ku li gorî welatên Ewropa û Amerîkayê gelekî kêmtir e. Hikûmet her tim xelkê teşwîq dike da ku bêhtir pereyan xerc bikin.
- Pîrbûna nifûsê û kêmkûna hêza kar: Li Çînê temenê 320 milyon kesî di ser 60 saliyê re ye.
- Pekîn dixwaze ji "mezinbûna bilez" derbasî qonaxa "mezinbûna bi kalîteya bilind" bibe. Ango dixwaze pişta xwe bi dahênanê (înovasyon) girê bide, ne ku tenê bi kargeh û hinardekirinê.
- Krîza demdirêj a sektora xaniyan: Li Çînê nêzîkî 280 milyon xaniyên vala û netemamkirî hene.
Teknolojî: Li hemberî dorpêçên Amerîkayê serbixwebûn
Yek ji mijarên herî germ ên "Du Xulan", pirsa "xwetêrkirina teknolojîk" e.
Ji ber pêşbaziya tund a bi Washingtonê re û sînordarkirina destgihiştina Çînê ya bi çîpên pêşketî, Pekînê budceyeke xeyalî ji bo bipêşxistina hişê çêkirî, nîvgehîner, robot û komputerên kuantumê veqetandiye.
Armanc zelal e: "Kêmkirina girêdayîbûna bi teknolojiya biyanî."
Endamê Kongreya Niştimanî ya Gel Lu Jianhua, bi vî rengî behsa plana Çînê ya di warê înternetê de ji Rûdawê re kir:
"Em behsa gelek tiştan dikin, wekî înterneta 6G ya yekbûyî ya asman-erdê.
Bi dîtina min ev girêdayî wê yekê ye bê hûn 6Gyê çawa pênase dikin.
Bi baweriya min planên hikûmeta Çînê yên bêkêmasî di vî warî de hene.
Em dikarin li gorî planên xwe gav bi gav wan qadan bi pêş bixin ku ji bo me girîng in.
Wekî hûn dizanin, Çîn piştgiriyê nade pêşbaziya xerab û heta serkutkirinê jî. Çîn ti carî bi karên bi vî rengî razî nabe."
Artêş û Asayîş: Zêdekirina kontrolê
Di warê leşkerî de, Çîn ji bo modernkirina artêşa xwe budceya xwe ya parastinê zêde dike.
Çînê budceya xwe ya leşkerî ya îsal bi rêjeya ji sedî 7 zêde kir û ew gihişt zêdetirî 275 milyar dolarî.
Bi vî awayî piştî Amerîkayê dibe xwediyê duyem budceya leşkerî ya herî mezin.
Di heman demê de li kêleka civînan behsa operasyonên tund ên dijî gendeliyê yên di nav artêşê de tê kirin.
Ev yek bûye sedema dûrxistina çendîn efserên bilind. Ev jî wekî hewldaneke Xi Jinping tê dîtin da ku dilsoziya temam a artêşê ji bo partiya desthilatdar garantî bike.
Guhertina di zelaliyê de
Tê dîtin ku Pekînê çavdêriya li ser medyayê tundtir kiriye.
Wekî mînak, biryara betalkirina kongreya rojnamegeriyê ya salane ya serokwezîr ku derfeteke kêmpeyda bû da ku rojnameger derbarê siyasetên hikûmetê de pirsan bikin, wekî nîşaneke kêmkirina zelaliyê û tundkirina gotara siyasî tê şîrovekirin.
Civînên "Du Xulan" ên sala 2026an, ne tenê civînên asayî ne.
Ew xêzkirina nexşeya Çîneke nû ne ku dixwaze di nav aloziyên navxweyî û nakokiyên navneteweyî de wekî hêzeke mezin a teknolojîk û aborî bimîne.
Encamên van civînan ne tenê çarenûsa 1 milyar û 400 milyon Çîniyan, di heman demê de bazarên cîhanê jî diyar dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse