Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê li Îranê û astengiyên di herikîna petrolê ya di ser Tengava Hurmizê re, Hindistanê berê xwe da petrola Îranê.
Birêvebiriya New Delhiyê ragihand ku piştî nermkirina cezayên Amerîkayê, wan kirîna petrola xav û gaza LPGyê ya ji Îranê garantî kiriye.
Parzûngehên Hindistanê di nav aloziyên li Rojhilata Navîn de ku tedarîka di ser Tengava Hurmizê re asteng kiriye, petrola Îranê kirîn.
Li gorî nûçeya Reutersê, Hindistan ku sêyemîn mezintirîn welatê hawirdekar û bikarhênerê petrolê ye li cîhanê, ji meha Gulana 2019an ve ji ber zextên Amerîkayê ji Tehranê petrol nedikirî.
Lê belê astengiyên tedarîkê yên ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê bandoreke giran li Hindistanê kir.
Wezareta Petrolê ya Hindistanê li ser platforma Xê ragihand:
“Di nav astengiyên tedarîkê yên li Rojhilata Navîn de, parzûngehên Hindistanê hewcedariyên xwe yên petrola xav, di nav de ya Îranê jî heye, garantî kirine.
Ji bo hawirdekirina petrola xav a Îranê ti astengiyên dayîna pereyan nînin.”
Meha borî Amerîkayê ji bo kêmkirina zehmetiyên tedarîkê, cezayên li ser petrol û berhemên parzûnkirî yên Îranê bi awayekî demkî rakiribûn.
Wezaretê her wiha da zanîn ku Hindistan hewcedariya xwe ya petrola xav a ji bo mehên pêş me garantî kiriye û got:
“Hindistan ji zêdetirî 40 welatan petrolê hawirde dike; şirket li gorî nirxandinên bazirganî di peydakirina petrolê ya ji çavkanî û cografyayên cuda de xwedî serbestiyeke temam in.”
Hindistanê her wiha 44 hezar ton gaza şil (LPG) a Îranê kirî ku bi keştiyeke di bin cezayan de dihat veguhastin.
Wezaretê ragihand ku ew keştî roja çarşemê gihîştiye bendergeha Mangaloreyê ya li rojavayê welêt û karê valakirina sotemeniyê didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse