Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa nûçeyan a Çînê Xinhuayê roja ragihand ku li navenda Çînê di kargeheke fîşekên hewayî de teqîneke mezin çêbûye.
Di teqînê de herî kêm 21 kes mirine û 61 kes jî birîndar bûne.
Teqîn roja duşemê piştî nîvro li tesîseke şirketa Huashengê pêk hat.
Ev tesîs li bajarê Liuyangê yê girêdayî Changshaya paytexta parêzgeha Hunanê ye.
Pirtir ji 400 xebatkaran li qadê ne
Rayedaran diyar kir ku xebatên rizgarkirinê yekser dest pê kiriye.
Bêhitî 480 xebatkar di nav 5 tîman de hatin bicihkirin û robotên taybet ên rizgarkirinê jî hatin bikaranîn.
Karbidestan anî zimên ku cihê teqînê nêzîkî du depoyên barûdê bûye û ji ber teqînên din tirs heye.
Ji bo tedbîrê niştecihên derdorê hatin veguhastin û herêmeke ewlehiyê hat avakirin.
Qonaxa duyem a lêgerînê didome
Heta sibeha sêşemê, tîmên rizgarkirinê qonaxa yekem a xebatên lêgerînê temam kir.
Wan hejmara miriyan piştrast kir û birîndar ji bo tedawiyê veguhastin nexweşxaneyan.
Niha qonaxa duyem a xebatên lêgerînê didome.
Pisporên Wezareta Biêvebiriya Rewşên Bilez ji bo alîkariya rizgarkirin û lêpirsînê çûn cihê bûyerê.
Birêvebirê şirketê hat desteserkirin
Polîsan birêvebirê şirketê desteser kir.
Her wiha lêpirsîna rayedaran a li ser sedema teqînê didome.
Serokê Çînê Xi Jinping piştî vê teqîna kujer xwest ku ji bo dîtina kesên winda û tedawiya birîndaran hemû derfet werin bikaranîn.
Wî her wiha ferman da ku kontrolên ewlehiyê bên xurtkirin û destnîşan kir ku divê kesên berpirsyar hesêb bidin.
Serokwezîr Li Qiang jî xwest ku tedbîrên ewlehiya kar bên xurtkirin da ku rê li ber bûyerên bi vî rengî bê girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse