Hewlêr (Rûdaw) - Pete Hegseth ragihand ku tevî "Projeya Azadiyê" ya ku wan li Tengava Hurmizê daye destpêkirin jî agirbesta bi Îranê re didome.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth û Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Dan Caine li Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) civîneke rojnamegeriyê li dar xist.
Pete Hegseth li ser mijara Tengava Hurmizê axivî û diyar kir ku operasyona ji bo derbasbûna keştiyên welatên bêalî ya li Tengava Hurmizê ji êrişên din ên li dijî Îranê "cuda û demkî ye".
Hegseth destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de "Her 6 keştiyên ku ji benderên Îranê derketibûn û hewl dida dorpêçê bişikînin hatine vegerandin."
"Em ne li pey şer in"
Hegseth anî zimên, "Agirbesta bi Îranê re bi dawî nebûye. Di vê qonaxê de em hîn jî di asta şerekî sivik de ne" û hişyarî da Îranê.
Hegseth da zanîn ku eger birêvebiriya Tehranê di vê pêvajoyê de êrişî hêzên Amerîkayê yan jî keştiyên bazirganiyê bike, ew dê rû bi rûyî "gulebarana Amerîkayê ya wêranker" bibin.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê her wiha got:
"Dê pêwîstî pê nemîne ku hêzên Amerîkayê di vê pêvajoya demkî de bikevin nav av an jî qada asmanî ya Îranê, ev ne pêwîst e. Em ne li pey şer in.
Lê ti carî nayê qebûlkirin ku Îran rê li ber welatên bêguneh û kel û pelên wan bigire ku rêyeke avî ya navneteweyî bi kar bînin."
"Dê herikîna bazirganiyê ji nû ve dest pê bike"
Hegseth bal kişand ser wê yekê ku "Projeya Azadiyê" bi lez û bez didome û da zanîn ku bi saya vê operasyonê dê herikîna bazirganiyê ji nû ve dest pê bike.
Hegseth diyar kir ku kontrola Tengava Hurmizê ne di destê Îranê de ye û li pey çû:
"Wekî beşek ji pêvajoya vekirina Tengava Hurmizê, dê pêwîstî bi ketina Amerîkayê ya nav qada asmanî yan jî avên Îranê nemîne."
Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Caine jî eşkere kir ku Îranê ji dema ragihandina agirbestê ve 9 caran gule li keştiyên bazirganiyê yên ku hewl didan di Tengava Hurmizê re derbas bibin reşandine û dest daniye ser 2 keştiyên konteyniran.
Caine got, "Hêzên hevbeş (artêşa Amerîkayê) amade ne ku heger ferman bê dayîn, ji nû ve dest bi operasyonên mezin ên şer ên li dijî Îranê bikin."
Aloziya li Tengava Hurmizê
Hatibû ragihandin ku Îranê bi 2 mûşekan êrişî keştiyeke Hêzên Deryayî yên Amerîkayê kiriye ku hewl dida di Tengava Hurmizê re derbas bibe û trafîka deryayî ya li nêzîkî Girava Caskê xistiye metirsiyê.
Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê de hûrgiliyên êrişa artêşa Îranê ya li keştiya Amerîkayê hatibûn parvekirin.
Di nûçeyê de hatibû diyarkirin ku keştiya Amerîkayê radara xwe girtiye û hewl daye nêzîkî Tengava Hurmizê bibe û dema radara xwe vekiriye hatiye tesbîtkirin.
Hatibû destnîşankirin ku Îranê ji keştiya Amerîkayê re peyamên hişyariyê şandine ku "agirbest bin pê kiriye" û piştî ku keştiyê guh nedaye hişyariyan, artêşa Îranê ji bo hişyariyê mûşek û dron avêtine derdora keştiyê.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî îdiayên ku Îranê bi 2 mûşekan êrişî keştiya şer a Amerîkayê kiriye red kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse