Amerîkayê derbarê êrişa PKKê ya li dijî Pêşmerge helwest wergirt

06-11-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Amerîka Kurdistan Pêşmerge PKK Çemankê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê têkildarî êrişa PKK bo ser Hêzên Pêşmerge li Çemankê daxuyaniyeke nivîskî derxist û ragihand: ‘’Wilayetên Yekgirtiyê Amerîkayê bi tundî êrişên rêxistin terorîstiya PKKê bo ser hêzên ewlekariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dike.’’

Wezareta Derve ya Amerîkayê di vê daxuyaniyê de ku roja 5ê Mijdara 2020an belav kiriye, tekezî li ser piştgiriya Washingtonê bo Herêma Kurdistanê kiriye û dibêje, ‘’em dê berdewam bin li ser piştevaniya xwe bo Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hewlên wan ên bo jinavbirina terorê.’’

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha hevxemiya xwe bo kesûkarên şehîd û birîndarên bûyera li Çemankê nîşan daye û serxweşiyê li wan dike.

Roja Çarşemê 4ê Mijdara 2020an, mîneke PKKê bi hejmarek ji hêzên Pêşmerge ve teqiya û di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û du Pêşmerge jî birîndar bûn.

Rêveberê Bajarokê Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, Elend Emîr jî duh ragihand, “destpêkê bombek bi hêzên Pêşmerge ve teqiyaye û paşê di navbera PKKê û Pêşmerge de şer û pevçûn derketiye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye,  derbarê êrişa bo ser Hêzên Pêşmerge de daxuyaniyek daye û piştrast kiriye ku hêzên wan li sînorê bajarokê Çemankê ya Başûrê Kurdistanê, “2 mayîn bi Hammarên Pêşmerge ve teqandine.”

HPGê herwiha îdia kiriye ku hewla êrîşekê li dijî hêzên wan heye û gefa şer kiribû û gotibû, “bila her kes zanibe; eger êrişên navborî dewam bikin, hêzên me yên gerîla wê di çarçoveya xweparastina rewa de xwe biparêzin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa PKKê ya li bajarokê Çemankê ya bo ser hêzên Pêşmerge, weke “pêşhateyeke metirsîdar” bi nav kiriye û derbarê wê êrişê de ragihandiye ku ew pêşhata metirsîdar li dijî jiyan û aramiya xelkê û axa Herêma Kurdistanê bûye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, êrîşa PKKê bo ser hêzên Pêşmerge li Çemankê wek “destdirêjiya ser Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa” bi nav kir û ew êrîş bi tundî şermezar kir û ragihand, “Herêma Kurdistanê, statuya siyasî û rewa ya xelkê Kurdistanê ye, Hêza Pêşmerge jî parêzerê ax û xelkê Kurdistanê ye, lewra her êrîşeke wiha, êrîş e bo ser tevahiya xelkê Kurdistanê.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî şerê birakujî ye û di vê çarçoveyê de jî van êrîşên wiha wek derbaskirina xeta sor dibîne.”

Hikûmeta Iraqê jî êrîşa gerîlayên PKKê bo ser hêzên Pêşmerge li sînorê parêzgeha Duhokê şermezar kir û ew êrîşê weke “êrîşa li ser serweriya Iraqê” bi nav kir û ragihand, “em dê tedbîran werbigrin daku sînorek bo wan êrîşan bê danîn.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst