Çîn û Fransa nêzîkî hev dibin: 12 peyman hatin îmzekirin

Duh li 09:41
RÛDAW
Nîşan Çîn Fransa Aborî Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Çînê Xi Jinping di hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re de xwest ku ew di berjewendiyên bingehîn de piştgiriya hev bikin û "vîzyoneke serbixwe û stratejîk" nîşan bidin.

Ev bang di demekê de hat kirin ku polîtîkayên Donald Trump, hevpeymanên Ewropayê ji biryardayînê dûr dixin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Çînê, Xi Jinping li Pekîna paytext bi Emmanuel Macronê ku bi serdaneke fermî li Çînê ye re civiya.

Xi Jinping di hevdîtinê de diyar kir ku divê Çîn û Fransa wekî du welatên mezin û berpirsyar, ji bo bihêzkirina cîhana pirqutbî roleke avaker bilîzin û got:

"Şert û mercên derve çawa diguherin bila biguherin, divê her du alî di berjewendiyên bingehîn û dilgiraniyan de piştgiriyê bidin hev û vîzyoneke serbixwe û stratejîk nîşan bidin."

Xi Jinping bal kişand ser wê yekê ku Çîn û Fransa damezirînerên Neteweyên Yekbûyî û endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ne û divê pergala navneteweyî ya ku navenda wê Neteweyên Yekbûyî ye biparêzin.

Hevkariya di warên nû de

Serokê Çînê xwest ku hevkariya pratîk a di navbera her du welatan de berfireh bibe û amaje bi wê yekê kir ku li gel warên kevneşopî yên wekî asmanî, feza û enerjiya nukleerî, divê di warên nû yên wekî ekonomiya kesk, ekonomiya dîjîtal, biyotip û hişê çêkirî de jî hevkarî werin zêdekirin.

Xi Jinping destnîşan kir ku ji bo bipêşketina hevseng a pêwendiyên aborî û bazirganî, divê şert û mercên kar ji bo şirketên her du aliyan adil, zelal û bêcudakarî bin.

Macron: Hêviya me bi Çînê heye

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî diyar kir, tevî ku cudahî hene jî ji bo çareseriyê rihekî erênî heye.

Macron pirsgirêka Ukraynayê wekî mijareke jiyanî ji bo ewlehiya Ewropayê pênase kir û anî ziman:

"Em hêvîdar in ku Çîn piştgiriyê bide hewldanên me yên ji bo agirbestê, bi taybetî jî rawestandina êrişên li binesaziyên krîtîk ên li Ukraynayê."

Piştî hevdîtina serkirdeyan, di navbera her du welatan de 12 peymanên hevkariyê hatin îmzekirin.

Serokkomarê Fransayê ku doh ji bo serdaneke 3 rojî gihîştibû Çînê, dê piştî Pekînê derbasî bajarê Çingduyê bibe û li wir careke din bi Xi Jinping re bicive.

Krîza Ukraynayê û nakokiyên aborî

Serdana Macron di demekê de pêk tê ku li Ewropayê nerazîbûn li hemberî plana aştiyê ya Serokê Amerîkayê Trump zêde dibin.

Welatên Ewropayê nîqaşê li ser wê yekê dikin bê ka dê çawa bersivê bidin planeke ku wan li derve dihêle.

Li aliyê din, di navbera Yekîtiya Ewropayê û Çînê de jî nakokiyên aboriyê hene.

Fransa yek ji wan welatan e ku dixwaze li hemberî Çînê polîtîkayên parêzger bên meşandin.

Her wiha welatên Rojavayî difikirin ku helwesta Çînê ya li hemberî şerê Ukraynayê zererê dide hewldanên îzolekirina Moskowê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst