Trump mercê peymana bi Îranê re eşkere kir

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran Şer Temslîmbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrişên li dijî Îranê daxuyaniyek da.

Donald Trump diyar kir ku ew ti peyman bi Îranê re qebûl nakin û tenê şertekî wan heye, ew jî "teslîmbûna bêmerc e."

Serokê Amerîkayê Donald Trump peyama xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir û got:

"Ji bilî teslîmbûna bêmerc ti peyman bi Îranê re nabe!

Piştî wê yekê û piştî hilbijartina rêberekî mezin û qebûlkirî, em û gelek ji hevpeyman û hevparên xwe yên hêja û wêrek, em dê bê rawestan bixebitin."

"Dê paşerojeke mezin a Îranê hebe"

Trump destnîşan kir ku eger Îran teslîm bibe û rêberekî nû hilbijêre, ew dê alîkariya wê bikin û pê de çû:

"Em dê bixebitin da ku Îranê ji ber devê wêraniyê vegerînin. Em dê wê ji aliyê aborî ve ji her demê mezintir, baştir û xurttir bikin.

Dê paşerojeke mezin a Îranê hebe. Îranê careke din mezin bikin (MIGA!)."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst