Washington Post: Rûsya îstixbaratê dide Îranê da ku li hêzên Amerîkayê bide

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rûsya Amerîka Îran Îstixbarat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî çend çavkaniyan, Rûsya bi dayîna zanyariyên hûrgilî yên îstixbaratê alîkariya Îranê dike da ku hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn bike armanc.

3 berpirsên agahdar ji rojnameya Washington Postê ya Amerîkayê re ragihand ku Moskow li ser tevgerên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê zanyariyên hestiyar ên îstixbaratê dide Tehranê.

Wan berpirsan ku ji ber hestiyariya mijarê nexwestiye navê wan were eşkerekirin, diyar kir ku Rûsyayê yekser piştî destpêkirina şer a roja şemiyê dest bi dayîna zanyariyan kiriye.

Balyozxaneya Rûsyayê ya li Washingtonê, Pentagon û CIAyê nexwest li ser vê mijarê ti daxuyaniyekê bidin.

Pisporên leşkerî ji rojnameyê re ragihand ku ev alîkarî dikare rave bike bê çima êrişên mûşekî û dronî yên vê dawiyê yên Îranê ew qas bi awayekî hûr gihiştine armancên xwe.

"Dixwazin pergalên Amerîkayê têk bibin"

Pispora leşkerî ya Rûsyayê ya Enstîtuya Carnegieyê Dara Massicot di wê baweriyê de ye ku Tehran bi armanceke gelekî hûr kar dike û got:

"Ew dixwazin pergalên fermandarî û kontrolê yên Amerîkayê têk bibin."

Her wiha Lêkolînera li Zanîngeha Harvardê Nicole Grajewskiyê jî amaje bi wê yekê kir ku êrişên Îranê nîşaneya bipêşketineke mezin in û karîne pergalên parastina asmanî derbas bikin.

Wê anî zimên ku ev yek nîşaneya başbûna şiyana pêkanînê ye li gorî şerên borî.

Helwesta Koşka Spî û êrişên li Kendavê

Alîkara Berdevka Koşka Spî Anna Kellyyê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên Îranê rastî zerereke gelekî mezin hatine lê wê nexwest rasterast qala alîkariyên hewalgiriyê yên Rûsyayê bike.

Kellyyê got, "Rejîma Îranê bi temamî têk diçe; şiyana wan a hilberînê, hêzên wan ên deryayî û êrişên wan ên mûşekî roj bi roj kêm dibin."

Tehranê ji roja şemiyê ve bi hezaran dron û bi sedan mûşek arasteyî baregehên Amerîkayê yên li Kendavê kirin ku di encama yek ji wan êrişan de li Kuweytê 6 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin.

Tola şerê Ukraynayê hildidin

Pêwendiyên leşkerî yên di navbera Moskow û Tehranê de piştî sala 2022yan û destpêkirina şerê Ukraynayê derbasî qonaxeke stratejîk a kûr bûn.

Di wê demê de Tehranê teknolojiya dronên bombebarkirî da Rûsyayê.

Berpirsên ku ji Washington Postê re axivîne di wê baweriyê de ne ku Moskow dixwaze bi dayîna zanyariyên hewalgiriyê di vî şerê 2026an de, qenciya Tehranê qerebû bike.

Yek ji berpirsên Amerîkayê got, "Rûs bi başî agahdarî wan alîkariyên me yên leşkerî ne ku em didin Ukraynayê.

Ji ber vê yekê gelekî kêfxweş in ku niha bi vî awayî tola xwe ji me hildidin."

Wê çavkaniyê ji rojnameyê re gotiye ku tevî pêwendiyên nêzîk ên Pekîn û Tehranê jî, heta niha ti nîşaneyek nîne ku Çînê jî mîna Rûsyayê alîkariya leşkerî dabe Îranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst