Trump: Divê serokê paşerojê yê Îranê bi Amerîka û Îsraîlê re kar bike

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku serkirdayetiya Îranê "felc bûye".

Trump amaje bi wê yekê kir ku ew li serkirdayetiyeke nû digerin ku dan û standineke baş bi Amerîka û Îsraîlê re bike, tevî ku ew serkirdayetî "olî" be û ne dewleteke demokratîk be jî.

Donald Trump di hevpeyvîneke telefonî ya bi CNNê re got:

"Îran ne ew welat e ku beriya hefteyekê hebû. Hefteyek berê ew bi hêz bûn lê niha bi rastî felc bûne."

Mînaka Venezuelayê

Trump baweriya xwe ya bi hêsaniya hilbijartina serkirdeyekî nû ji bo Îranê anî ziman û got divê ew bi xwe di wê proseyê de beşdar be.

Trump rewş şiband Venezuelayê ku li wir Washingtonê karîbû Nicolas Maduro bide girtin û alîkara wî bîne cihê wî.

Serokê Amerîkayê got, "Ev dê gelekî bi hêsanî be, mîna tiştê ku li Venezuelayê qewimî.

Li wir serkirdayetiyeke me ya nayab heye (Delcy Rodriguez) ku karekî bêhempa dike."

Serkirdeyê olî û demokrasî

Li ser îhtimala pesendkirina serkirdeyekî olî li Îranê Trump got:

"Dibe. Mebesta min ew e ku girêdayî wê yekê ye bê ew kî ye. Hebûna serkirdeyekî olî li ba min asayî ye.

Ez bi gelek serkirdeyên olî re dan û standinê dikim û mirovên gelekî baş in."

Trump pirsa "Gelo şert e serkirdayetiya paşerojê ya Îranê demokratîk be?" wiha bersivand:

"Na, ez dibêjim divê serkirdeyek hebe ku dadperwer be û karekî baş bike, dan û standineke baş bi Amerîka, Îsraîl û welatên din ên Rojhilata Navîn re bike, çimkî ew hemû hevparên me ne."

"Min rewşa Tengava Hurmuzê çareser kir"

Serokê Amerîkayê pesnê operasyonên leşkerî yên welatê xwe yên li ser Îranê da û got, "Asta serkeftinê 12 yan 15 e ji 10an."

Derbarê bihabûna petrolê de Trump got ku ew ne dilgiran e û dê biha bi lez dakevin.

Trump her wiha ragihand ku wî pirsgirêka Tengava Hurmuzê "çareser kiriye" û got:

"Me li hêza wan a deryayî xist. Dema tu li hêza deryayî dixî, nikarin tiştê dixwazin bikin. Nêzîkî 25 keştiyên wan ên mezin bi nav bûn."

"Dor dora Kubayê ye"

Di beşeke din a axaftina xwe de, Donald Trump pêşbînî kir ku desthilata Kubayê jî di demeke nêzîk de birûxe.

Trump got, "Kuba dê di demeke nêzîk de birûxe.

Ew gelekî dixwazin rêkeftinê bikin, lewma ez Marco Rubio (Wezîrê Karên Derve) ji bo wê dosyayê diyar dikim."

Trump wiha dawî li axaftina xwe anî:

"50 sal in ez Kubayê dişopînim. Niha ew dosya ketiye destê min.

Tenê meseleya demê ye berî ku Amerîkiyên Kubayî karibin vegerin welatê xwe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst