MOSKOW - Şer û krîzan bandor li karê Kurdan jî kir

06-04-2026
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Niyaz Hesen Celalov û Erkan Sari / Wêne: Rûdaw
Niyaz Hesen Celalov û Erkan Sari / Wêne: Rûdaw
Nîşan Moskow Rûsya Şer Xwaringeh Girtin Erkan Sari Niyaz Hesen Celalov
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Bi hatina biharê re li Moskowa paytexta Rûsyayê mîna her salê çêkirina eywanên li ber restoran û kafeteryayan dest pê kir.

Erkan Sariyê ji Eleşgira Bakurê Kurdistanê ji tecrubeya xwe ya bi salan dizane ku piraniya mişteriyan rûniştina li eywanê çêtir dibînin.

Erkan û pismamên xwe destpêka salên 2000î hatine Moskowê û wan dest bi karê xwaringehê kiriye.

Ew niha xwediyên çend restoran û kafeteryayan in.

“Em her tim li pişta Serok in”

Xwediyê restoranê Erkan Sari da zanîn ku heta pandemiyê karê wan gelekî xweş bûye û got:

“Piştre pandemî çêbû û her tişt zehmet bû. Paşê şer dest pê kir û karê me hinekî xera kir. Niha jî şerekî din, şerê Îranê heye."

Erkan Sari bal kişand ser êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê jî û wiha axivî:

"Wekî ku me bihîstiye, mala Serok Nêçîrvan Barzanî jî hatiye bombebarankirin. Em li pişt Serok in.

Em naxwazin tiştekî xerab bigihêje wan. Ew mezinên me ne. Ez silavên xwe dişînim û em her tim li pişt wan in.”

Girtina xwaringehan gihîştiye asta herî bilind

Ji dawiya sala borî ve li Moskowê pêleke mezin a girtina xwaringeh û kafeteryayan dest pê kiriye.

Ev rêje ji dema pandemiyê ve gihîştiye asta herî bilind.

Pispor texmîn dikin ku heta dawiya 2026an hejmara xwaringeh û kafeteryayan dê ji sedî 15 kêm bibe.

Bê guman, sedema sereke ya girtina xwaringehan zêdebûna lêçûnan e.

Erkan Sari anî zimên ku mîna berê tûrîst zêde nayên û pê de çû:

“Ji ber şer xebatkar jî zêde nayên. Bac jî zêde bûye. Xwediyê dikanê ji ber zêdebûna bacê, dixwaze kirêyê zêde bike.

Lê em nikarin ji mişteriyan re bibêjin bac zêde bûye loma em jî bihayê xwarinê zêde dikin. Divê mişterî her tim hebin.”

“Meaşê wan kêm nabe”

Erkan Sarî diyar kir ku 15 xebatkar li cem wî dixebitin û got:

"Meaşê wan kêm nabe, zêde dibe lê kêm nabe. Her tişt biha dibe, loma jî divê tu meaşê wan jî zêde bikî çimkî bi meaşê kêm nikarin bixebitin.

Jixwe ji ber şer xebatkar kêm tên û zêde pereyan dixwazin. Erzaq jî wekî goşt, sebze, mêwe û lojîstîk, hemû tişt gelekî biha bûne.

Heta ku şer xelas bibe em dê bisekinin, înşelah piştî şer dê baş bibe.”

Arbata Kevn ji bo geştiyarên biyanî û navxweyî kolana herî navdar a Moskowê ye.

Lê qerebalixiya Arbatê êdî ne mîna salên berê ye û xwaringeh bi piranî vala ne.

Amarên Rûsyayê kêmbûnê nîşan didin

Li gorî amarên fermî yên hikûmeta Rûsyayê, tenê meha Adara 2026an li gorî heman meha par, li seranserê welêt hejmara restoranan ji sedî 5, xwaringehên fast foodê ji sedî 2 kêm bûye.

Her wiha hejmara kafeteryayan ji sedî 3 û yên bar û paban jî ji sedî 11 kêm bûye.

“Krîz ji bo her kesî wekî hev e”

Birêvebirê restoranê Niyaz Hesen Celalovê ku Kurdê Qerebaxa Azerbeycanê ye jî li ser vê mijarê peyivî û got:

“Krîz ji bo her kesî wekî hev e. Li ser xwe ez dikarim bibêjim ku bandorê li me jî dike.

Lê ji ber ku çend cihên me yên din jî hene, em li rêbazên cuda digerin da ku di vê demê de li ser pêyan bimînin.

Bê guman mişterî êdî hesaba pereyên xwe û danheviya xwe dikin. Ew difikirin bê ka dê kengî û çawa danheviya xwe xerc bikin.

Ji ber ku ew ne tenê pereyên rojane ne belkî danhevî ne, loma jî hewl didin bi aqil xerc bikin.”

Pispor destnîşan dikin ku xwediyên xwaringehan çend sal in bi zêdebûna lêçûnên salane yên ji sedî 15-16an re rûbirû ne û dê ev yek bidome.

Ajansa Amaran a Rûsyayê jî pêşbînî dike ku heta dawiya 2026an bihayên xwarinê yên li kafe û xwaringehan dê zêde bibin û girtina xwaringehan jî dê bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst