Berpirsekî bilind ê Amerîkayê: Daxwazên me yên ji Îraqê zelal in

1 demjimêr berê
Diyar Kurde
Nîşan Amerîka Îraq Milîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî bilind ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku daxwazên Washingtonê yên ji Îraqê zelal in.

Wî berpirsî got, “Serkirdeyên Îraqê û serokwezîrê erkdarkirî jî dizanin em li pey çi ne, Amerîka kiryaran dixwaze ne gotinan.”

Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê roja sêşemê ji rojnamegeran re axivî.

Wî destnîşan kir ku divê li Îraqê gavên pratîk werin avêtin û got:

“Ez bawer dikim serkirdeyên Îraqê û serokwezîrê erkdarkirî jî fêm dikin ku Amerîka li pey çi ye.

Em kiryaran dixwazin ne gotinan.”

Divê meaşên milîsan werin birîn

Berpirsê Amerîkayî da zanîn ku xêzeke gelekî tenik di navbera hikûmeta Îraqê û komên milîs de heye.

Li gorî wî berpirsî, kiryara ku Amerîka ji hikûmeta Îraqê dixwaze ew e ku êdî milîsên terorîst ji saziyên hikûmetê derxîne.

Her wiha wî xwest ku "budce û meaşên" çekdarên komên milîs werin birîn.

Ev yek dê baweriyê li cem Amerîkayê çêbike û ew dê wê demê bibêjin ku li Îraqê ramaneke nû heye.

Parastina siyasî û darayî

Wî berpirsê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku hinek alî di nav hikûmeta Îraqê de xwedî bandor in û got:

“Hinek aliyên nav hikûmeta Îraqê di warên siyasî, darayî û operasyonî de parastina van komên milîs ên terorîst dikin.”

Li aliyê din, wî da zanîn ku ew zehmetiya qutkirina vê pêwendiyê jî fêm dikin û wiha pê de çû:

“Ez wê yekê biçûk nabînim ka ev astengî çi qasî giran e yan jî ji bo qutkirina vê pêwendiyê çi pêwîst e.

Lê dîsa jî dikarin bi gaveke eşkere dest pê bikin.

Ew jî derxistina daxuyaniyekê ye ku bi awayekî eşkere nîşan bide ku ew komên terorîst ne beşek ji hikûmeta Îraqê ne.”

Wî her wiha qal kir ku di dema şerê Îranê de baregeh û navendên Amerîkayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê rûbirûyî zêdetirî 600 êrişan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst