Îran pêşniyara Amerîkayê dinirxîne: ‘Em dê bersiva xwe bidin Pakistanê’

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Agirbest Pakistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsmaîl Beqayî ragihand ku ew pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer dinirxînin û ew dê bersiva xwe bidin Pakistana navbeynkar.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê ISNAyê re axivî û anî zimên:

"Pêşniyara Amerîkayê hîn ji aliyê Îranê ve tê nirxandin û piştî vê yekê Îran dê nêrînên xwe bide Pakistanê."

Amerîkayê ji bo peymaneke ku karibe şerê bi Îranê re bi dawî bike, pêşniyareke nû dabû Pakistanê ku di navbera her du welatan de navbeynkariyê dike.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê jî berê diyar kiribû ku Îranê ji bo bidawîanîna şer pêşniyareke nû gihandiye birêvebiriya Pakistanê.

Trump: Bipêşketineke mezin heye

Serokê Amerîkayê Donald Trump 3yê Gulanê di hevpeyvîneke xwe ya bi televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê re eşkere kiribû ku wî pêşniyara Îranê ya di dan û standinan de nirxandiye û ew "nayê qebûlkirin" dîtiye.

Piştî vê yekê Amerîkayê bi rêya Pakistanê pêşniyareke nû ku şertên wan tê de ne gihand Îranê.

Trump di daxuyaniya xwe ya doh de îdia kiribû ku di dan û standinên bi Îranê re de ji bo gihîştina peymaneke "temam û dawî" bipêşketineke mezin çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst