Trump hişyarî da Îranê: Ji van her du vebijêrkan yekê hilbijêrin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran Peyman Merc Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê hişyariya dawî da Tehranê û ragihand, yan divê Îran mercên peymanê qebûl bike da ku Tengava Hurmizê were vekirin yan jî dê rûbirûyî pêleke bombebaranên "destanî" bibe ku dê ji yên berê gelekî dijwartir be.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma Truth Socialê diyar kir ku bidawîbûna operasyona "Xezeba Destanî" girêdayî wê yekê ye ka dê Îran mercên pêşwext qebûl bike an na.

Serokê Amerîkayê her wiha got ku eger Tehran bi mercan razî bibe, dê dorpêça deryayî ya "gelekî bibandor" bi dawî bibe û dê rê bê dayîn ku Tengava Hurmizê li ber hemû welatan, di nav de Îran jî, were vekirin.

Mercên hişk û dan û standin

Trump di heman demê de hişyarî da û anî zimên, "Eger Îran peymanê neke, dê bombebaran dîsa dest pê bikin û mixabin vê carê dê di ast û tundiyeke gelekî mezintir de bin."

Tehranê ji Washingtonê pêşniyareke "yekrûpelî" wergirtiye ku wekî çarçoveyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî tê dîtin.

Washington li bendê ye ku di nav 48 demjimêrên pêş de bersiva dawî ya Ereqçî û serkirdayetiya Tehranê ya li ser çend xalên hestiyar bi dest bixe.

Meyandina uranyumê

Ev reşnivîsa  ku ji aliyê nûnerên Trump, Steve Witkoff û Jared Kushner ve tê gotûbêjkirin, çend mijarên sereke li xwe digire.

Xala herî girîng rawestandina şerê li herêmê û destpêkirina dan û standinên dijwar ên ji bo 30 rojan e.

Di wê demê de, divê Îran pêbend be ku meyandina uranyumê 12 heta 15 salan rawestîne.

Li hemberî vê yekê, Amerîka dê bi milyaran dolarên blokekirî yên Îranê serbest berde û bi qonaxan cezayan rake.

Yek ji mercên herî giran ên Washingtonê ku Tehranê di destpêkê de qebûl kiriye, veguhestina hemû uranyuma meyandî ya Îranê ye ji bo derveyî welêt.

Ev jî îhtimal heye ku ji bo Amerîkayê bi xwe re were şandin.

Her wiha, divê Tehran rê bide pişkinînên "nişkave" yên pişkinêrên navneteweyî û êdî navendên etomî yên jêrzemînî bi kar neyne.

Dan û standinên li Pakistanê

Ev daxuyaniya Trump navika wê zexta leşkerî ye ku Washingtonê bi rêya sê komên keştiyên firokehilgir li Rojhilata Navîn ava kiriye.

Du berpirsên Amerîkî eşkere kir ku sedema bipaşvekişîna Trump ji biryara destpêkirina êrişeke bejahî û deryayî ya li ser Tengava Hurmizê, ji ber wan bipêşketinên nepenî ye ku di dan û standinên li Pakistanê de bi dest ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst