Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îran gelekî dixwaze bi wan re dan û standinan bike û peymanekê bike.
Trump her wiha got, "Em dê bibînin ka em dê karibin ji bo xwe peymaneke qanîker bikin an na."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî bi hevjîna xwe Melania Trumpê re beşdarî çalakiya Roja Dayîkan bû.
Trump di vê çalakiyê de rojeva Îranê nirxand.
Trump da zanîn ku Îran gelekî dixwaze bi Amerîkayê re peymanekê bike û ew dê bi hev re bibînin bê dê pêvajo bi ku ve biçe.
Trump her wiha peyama wê yekê da ku ew ji xwe bawer in.
"Em dê destûrê nedin Îran bibe xwediyê çekên nukleerî"
Trump nirxandinên xwe wiha domandin:
"Em dê qet destûrê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.
Niha em bi aliyekî re diaxivin ku gelekî dixwaze bi me re peymanekê bike.
Em dê bibînin ka em dê karibin ji bo xwe peymaneke qanîker bikin an na."
Trump her wiha got, "Em dê bibînin ka dê peymanekê bikin an na" û anî zimên ku eger Îran niha nêzîkî peymanekê nebe jî ew difikire ku dê di demeke kurt de ji bo peymanê razî bibe.
Trump da zanîn ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê "gelekî baş" dimeşe.
Wî îdia kir ku Îran ji ber ku di vê pêvajoyê de nikare petrolê bifiroşe ketiye rewşeke gelekî zehmet.
Trump pêvajoya ku ew bi Îranê re dijîn carinan wekî "şer" pênase dike.
Serokê Amerîkayê di vê axaftina xwe de ji bo aloziya di navbera Amerîka û Îranê de peyva "pevçûn"ê bi kar anî.
Trump di beşeke din a axavtina xwe de wiha anî zimê:
"Ez ji rewşa ku em niha tê de ne re dibêjim 'pevçûn', ji ber ku tam jî wisa ye.
Ev pevçûnek e û em bi awayekî bêbawer baş diçin, tam wekî rewşa li Venezuelayê."
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku di mijara Îranê de pêvajo ji bo wan "gelekî baş" diçe.
Amerîka li benda bersivê ye
Hatibû îdiakirin ku îdareya Amerîkayê nêzîkî wê yekê ye ku bi birêvebiriya Tehranê re metneke lihevkirinê ya rûpelekê îmze bike.
Tê xwestin ku bi vê metnê dawî li şerê bi Îranê re bê anîn û ji bo mijara nukleerî dan û standinên berfirehtir bên kirin.
Nûçeya Axiosê ku dispart çavkaniyên nenas ên ku hay ji mijarê hene û hinek rayedarên Amerîkayê hatibû îdiakirin ku Amerîka ji bo îmzekirina metna lihevkirinê di nava 48 demjimêran de li benda bersiva Îranê ye.
"Projeya Azadiyê"
Trump ragihandibû ku ew dê ji 4ê Gulanê pê ve dest bi alîkariya wan keştiyan bikin ku li Tengava Hurmizê asê mane.
Ew keştî yên welatên "bêalî" ne û ti têkiliya wan bi krîza li Rojhilata Navîn re nîne.
Trump ev gav wekî "Projeya Azadiyê" bi nav kiribû.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Koşka Spî daxuyaniyek dabû çapemeniyê.
Rubio gotibû ku Îranê Tengava Hurmizê girtiye û ji ber vê yekê li herêma Kendavê nêzîkî 23 hezar sivîlên ji 87 welatên cuda asê mane.
Rubio diyar kiribû ku wan ji bo rizgarkirina van sivîlan operasyona bi navê "Projeya Azadiyê" daye destpêkirin.
Trump di daxuyaniya xwe ya dawî de jî dabû zanîn ku wan biryar daye ku Projeya Azadiyê ji bo demeke kurt rawestînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse