Navenda Nûçeyan- Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Jim Mattis li ser ceribandina mûşekan a ji aliyê Koreya Bakur ve ragihand: “Ez bawer nakim ku vê kapasîteyê hinekî din jî em nêzîkî şer kiribe. Em ne bi xetên sor re, bi rastiyan re eleqedar dibin.”
Jim Mattis li Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji rojnamevanan re axivî û bersiv da pirsên li ser ceribandina Mûşeka Balîstîk a Navparzemînî (ICBM) ku ji aliyê Koreya Bakur ve hate taqîkirin.
Li ser pirsa “Gelo kapasîteya ICBM ku Pyongyang bi dest xistiye, li nîvgirava Koreyê, Amerîka hinekî din jî nêzîkî şer kiriye an na?” Mattis wiha bersiv da: “Ez bawer nakim ku vê kapasîteyê hinekî din jî em nêzîkî şer kiribe.”
Herwiha Mattis aşkere kir, ku li sîstemên hêza mûşeka Koreya Bakur nihêriye û diyar kir, li ser kêmkirina rakêşana di navbera her du welatan de, dîplomasî hêj armanca sereke ya Amerîkayê ye.
Weke din Jim Mattis amaje bi wê yekê kir, ku rêveberiya Amerîkayê hevkariya xwe ya li gel şirîkên xwe didomîne û got: “Em ne bi xetên sor re, bi rastiyan re eleqedar dibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse