Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê eşkere kir hat pesendkirin ku bi bihayê 300 milyon dolarî zêdetir mûşekan bifiroşin Tirkiyeyê.
Ajansa Hevkarî û Ewlehiya Parastinê ya Pentagonê (DSCA) derbarê pesendkirina firotina çekan daxuyaniyeke nivîskî da.
Li gorî wê daxuyaniyê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pesend kiriye ku 53 mûşekên bi menzîla navîn a pêşketî yên AIM-120C-8 (AMRAAM) û 6 mûşekên AIM-120C-8 AMRAAMê bên firotin.
Her wiha wezaretê firotina 60 mûşekên AIM-9X Sidewinder Blok II jî pesend kir.
Ew corê mûşekan di serî de ji bo F-16an û ji bo gelek karên asmanî tên bikaranîn.
Hatiye diyarkirin pesendkirina firotina çek û kel û pelên leşkerî ji kongreyê re tê pêşkêşkirin û heta 15 rojan mafê nerazîbûnê tê dayîn.
Eger di wê demê de ji kongreyê nerazîbûnek çênebe firotin pêk tê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse