Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li pişt deriyên girtî bi awayekî cidî guftûgoyê li ser vebijêrkeke nû dike.
Tê gotin ku Trump dixwaze çarçoveya operasyona leşkerî ya li dijî Îranê berfireh bike û hêza bejahî bişîne.
Li gorî nûçeya NBC Newsê, Trump ji dagirkirineke giştî zêdetir dixwaze xalên stratejîk bixe bin kontrola xwe.
Di roja şeşemîn a şerê di navbera Amerîka û Îranê de, ji piştperdeya Washingtonê îdiayeke balkêş a li ser paşeroja operasyonê derket.
Nûçeya NBC Newsê xwe spartiye du rayedarên payebilind û çavkaniyeke agahdar a civînan.
Li gorî nûçeyê, Donald Trump plan dike ku hêzên bejahî jî tevlî vî şerî bike ku heta niha bi êrişên asmanî û deryayî sînordar mabû.
Hêza sînordar û armancên stratejîk
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Trump naxwaze wekî dagirkirina Îraqê ya sala 2003yan tevgereke bejahî ya berfireh bike.
Lê hat destnîşankirin ku ew nêzîkî fikra şandina "hêzeke bejahî ya sînordar û stratejîk" e.
Ev hêz dê ji bo bicihanîna hinek erkên diyarkirî yên wekî parastina navendên nukleer, ewlekirina stokên uranyumê yên Îranê û kontrolkirina qadên stratejîk ên petrolê kar bike.
“Modela Venezuelayê” û Tehrana piştî şer
NBC Newsê ragihand ku Trump di hevdîtinên xwe yên bi alîkarên xwe re de, nêrîna xwe ya li ser "Îrana piştî şer" jî parve kiriye.
Li gorî îdiayê, Trump dixwaze "Modela Venezuelayê" li Tehranê ducare bike.
Ev model, piştgirîkirina serkirdayetiyeke nû li ber çavan digire ku dê di mijara hilberîna petrolê û dosyeya nukleer de bi Amerîkayê re bixebite.
Ev serkirdayetiya nû, dê wekî birêvebiriya niha ya Venezuelayê ya bi serokatiya Delcy Rodriguez be ku piştî rûxandina Nicolas Maduro bi Washingtonê re ketiye nav hevkariyeke nêzîk.
Koşka Spî: Hemû vebijêrk li ser maseyê ne
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ew rapora navborî wekî "îdiayeke ku xwe spartiye çavkaniyên nenas ên ku ne beşek ji tîma ewlehiya neteweyî ne" nirxand û got:
"Serok Trump her tim hemû vebijêrkan li ser maseyê dihêle lê cihê wan kesên ku îdia dikin biryareke diyarkirî hatiye dayîn li ser maseya dan û standinan nîne."
Bi van gotinan Leavittê nûçe ne piştrast kir ne jî bi temamî red kir.
Trump vê hefteyê ji New York Postê re gotibû, "Dibe ku em hewcedarî hêza bejahî nebin."
Lê wî her wiha gotibû, "Eger pêwîst be ez ne wekî serokên din im, ez vê vebijêrkê red nakim" û derî vekirî hiştibû.
Ji 28ê Sibatê ve şer dest pê kiriye û heta niha 6 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û 18 leşker jî birîndar bûne.
Ji Tehranê bersiveke tund: Dê ji bo Amerîkayê bibe felaket
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di daxuyaniyeke xwe ya taybet de ya ji bo nûçegihanê NBC Newsê Tom Llamas got:
"Em li benda hêzên bejahî yên Amerîkayê ne. Em bawer in ku em dikarin rûbirûyî wan bibin û ev dê ji bo wan bibe felaketeke mezin.
Me xwe ji bo senaryoya herî xerab amade kiriye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse