Trump: Îran dê îro derbeke gelekî dijwar bixwe

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwar û got, “Îran dê îro derbeyeke gelekî dijwar bixwe.”

Trump her wiha got, “Îran niha windakera Rojhilata Navîn e.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li ser tora civakî ya Truth Socialê peyamek belav kir.

Trump got, “Îrana ku gelekî bi tundî lê tê xistin, ji cîranên xwe yên Rojhilata Navîn lêborîn xwest, teslîm bû û soz da ku êdî êrişî wan neke.”

“Cara ewil e têk diçe”

Serokê Amerîkayê diyar kir ku Îranê ev soz “tenê ji ber êrişên dijwar ên Amerîka û Îsraîlê” daye û got:

“Çavê wan (Berpirsên Îranê) li wê yekê bû ku dest deynin ser Rojhilata Navîn û bi rê ve bibin.

Cara ewil e ku Îran di heyama bi hezaran salan de li hemberî welatên derdora xwe yên li Rojhilata Navîn têk diçe.”

Trump amaje pê kir ku ji ber vê operasyona artêşa Amerîkayê welatên Rojhilata Navîn dibêjin “Spas Serok Trump” û wî jî gotiye: “Hêjayî nîne!”

“Îran niha windakera Rojhilata Navîn e”

Serokê Amerîkayê di berdewamiya peyama xwe de wiha nivîsî:

“Îran êdî ne dîlawerê Rojhilata Navîn e, ew windakera Rojhilata Navîn e. Heta ku teslîm bibin yan jî bi ihtimaleke mezin bi yekcarî hilweşin dê çendîn dehsalan biajo.”

Hişyariya ji bo komên din

Trump hişyarî da “hinek herêm û koman” ku ji ber “tevgera xerab” a Îranê tevlî bûne û got:

“Hinek herêm û komên xelkê hene ku heta îro dihat fikirîn ku lêdana li wan ne mimkîn e.”

Lê Trump destnîşan kir ku niha ew gelekî bi hûrgilî tên nirxandin da ku “bi temamî werin wêrankirin û rûbirûyî mirinê bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst