Macron: Fransa dê piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê bidomîne

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Emmanuel Macron Fransa Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê Xê bi zimanê Kurdî peyamek belav kir û ragihand ku wî pêwendiyeke telefonî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî encam daye.

Macron di peyama xwe de piştgiriya welatê xwe ya ji bo aramî û ewlekariya Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir û diyar kir ku ew êrişên çend rojên borî yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.

Peyama Serokkomarê Fransayê wisa ye:

"Min pêwendiyeke telefonî li gel Serokê Herêma Kurdistanê ya Îraqê Nêçîrvan Barzanî encam da.

Min pabendiya Fransayê ya bo aramî û ewlekariya Îraqê, di nava wê de Herêma Kurdistanê, dûcare kir.

Herwiha min hevxemiya xwe li hemberî êrişên çend rojên borî nîşan da.

Me li ser berdewamkirina hewlên xwe yên ji bo rêgirtina li ber berfirehbûna aloziyên li herêmê li hev kir. Ji bo vê mebestê, min spasiya wî kir ji ber pabendiya wî ya bi vê arasteyê.

Fransa dê di piştgiriya xwe ya ji bo rêzgirtina li serwerî, ewlehî û yekparçeyiya Îraqê, tevî Kurdistanê jî bidomîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst