CNN: Îşev nûçeyeke ‘mizgîniyê’ tê pêşbînîkirin

17 demjimêr berê
Nîşan Îran Amerîka Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke herêmî ji CNNê re ragihand ku piştî pêşniyara Pakistanê ya agirbesteke du hefteyî û dirêjkirina demê, ji her du eniyên Amerîka û Îranê di demeke nêzîk de "nûçeyên baş" tên pêşbînîkirin.

Çavkaniyê îdia kir ku dibe alî îşev bigihin peymanekê.

Di demekê de ku ji dema krîtîk a Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Îranê diyar kiribû re kêmtirî 2 demjimêran mane, di kulîsên dîplomatîk de tevgereke mezin heye.

Çavkaniyeke bilind a herêmî ya ku ji CNNê re axivî, îdia kir ku hevdîtinên bi navbeynkariya Pakistanê têne meşandin gihiştine xaleke erênî.

"Dibe ku peyman îşev were kirin"

Wê çavkaniya ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku piştî Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf daxwaz ji Serok Trump kir da ku wê dema ji bo vekirina Tengava Hurmizê daye du hefteyan dirêj bike, pêvajo bileztir bûye.

Li gorî agahiyên çavkaniyê, li ser formuleke ku dê rê bide her du aliyan (Washington û Tehran) ku gavan bi paş ve biavêjin lihevhatin çêbûye û tê çaverêkirin "îşev peymanek were îmzekirin."

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku navê li navenda trafîka dîplomatîk Serokerkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr e.

Hat diyarkirin ku bi wê dîplomasiya ku Munîr bi xwe dike, tê xwestin beriya ku dema Trump a wekî "saet 8" (bi dema Kurdistanê 03:00) diyar kiribû û gefa "wêrankirina bi temamî" dihewand temam bibe, zemîneke “bêhnvedaneke demkî” were avakirin.

Çi bûbû?

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf îro di banga xwe de daxwaz ji Trump kiribû ku ji bo dîplomasî encam bide, deam leşkerî 14 rojên din dirêj bike.

Wî di heman demê de daxwaz ji Îranê kiribû ku Tengava Hurmizê ji trafîkê re veke.

Koşka Spî piştrast kiribû ku agahiya Trump ji vê pêşniyarê heye û dê bersivek were dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst