Rubio hewl dide aloziyên Washington û Vatîkanê kêm bike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Papa Leo Marco Rubio Amerîka Donald Trump Vatîkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji bo hevdîtina bi Papa Leoyê Çardehemîn re gihişt Vatîkanê.

Ev hevdîtin di demekê de tê kirin ku pêwendiyên Koşka Spî û Vatîkanê ji ber pirsa şer û siyaseta derve gihiştine lûtkeya aloziyê.

Serdana Rubio piştî wê yekê çêbû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber helwestên wî yên dijî şer, bi tundî rexne li Papa Leo girtin ku ew rêberê nêzîkî milyarek û 400 milyon Katolîkên cîhanê ye.

Rubio ku bi xwe Katolîkekî pêbend e, beriya hevdîtinê hewl da ku aloziyan wekî tiştekî asayî nîşan bide.

Lê belê Balyozê Amerîkayê yê Vatîkanê Brian Burch ji rojnamegeran re ragihand, pêkan e ku dê guftûgoyeke "vekirî û rasteqîn" di navbera her du aliyan de çêbibe.

Destpêka aloziyan

Îdareya Trump beriya bi salekê di 8ê Gulana 2025an de pêşwaziyeke germ li hilbijartina Papa Leo kiribû ku wekî papayê yekem ê Amerîkayî hatibû hilbijartin lê zêde neajot û pêwendiyên wan sar bûn.

Trump meha borî li ser medyaya civakî ji bo Papayî gotibû, "Di tekoşîna li dijî tawanan de qels e û di siyaseta derve de jî xerab e."

Ev hêrsa Trump piştî wê yekê derketibû holê ku Papayî daxwaza aştiya li Rojhilata Navîn kiribû û gefên Trump ên ji bo jiholêrakirina şaristaniya Îranê wekî "karekî nepesend" pênase kiribûn.

Rubio beriya serdana xwe daxuyand, "Gelek mijarên girîng hene ku divê em bi Vatîkanê re gotûbêj bikin, bi taybetî jî pirsa azadiya olî."

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Pietro Parolin jî amaje pê kir ku ew dê ji bilî aloziyên van demên dawiyê, li ser rewşa Libnan, Kuba û Amerîkaya Latînî jî biaxivin.

"Papa tenê erkê xwe pêk tîne"

Tevî hewldanên ji bo asayîkirina rewşê, Trump duşemê careke din êrişî Papayî kir û got, Papa wisa difikire ku "Asayî ye Îran bibe xwedî çekên atomî" û bi vê yekê jî metirsiyê li ser Katolîkan çêdike.

Li hemberî vê yekê, Papa Leo sêşemê di bersiva van rexneyan de got:

"Erkê dêrê banga aştiyê û gihandina peyama Încîlê ye. Eger kesek bixwaze ji ber belavkirina peyama Xwedê min rexne bike, bila bi rastgoyî vê yekê bike."

Wî her wiha anî zimên ku dêr bi salan e li dijî her cure çekên atomî ye.

Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Pietro Parolin jî li ser êrişên Trump diyar kir, "Ev êriş hinekî ecêb in, Papa tenê erkê xwe pêk tîne."

Ev dê bibe hevdîtina duyem a di navbera Rubio û Papa Leo de.

Civîna wan a yekem sala borî tenê çend rojan piştî hilbijartina Papa hatibû kirin û wê demê Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance jî beşdarî hevdîtinê bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst