Almanyayê ji Rûdawê re eşkere kir: ‘1,5 milyon karmend dê malnişîn bibin’

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Malnişîn Kar Xebat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand ku sektora giştî ji ber guherînên demografîk rûbirûyî astengiyên mezin bûye.

Li gorî pêşbîniyan, dê di 10 salên bê de zêdetirî 1,3 milyon karmendên sektora giştî malnişîn bibin û ev jî dê valahiyeke mezin a hêza kar çêbike.

Berdevkekî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê li ser kêmbûna karmendan a di sektora giştî de bersiva pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê da.

Wî berdevkî ragihand ku hikûmeta federal dixwaze ji sedî 8ê postên kargêriyê kêm bike lê tekez kir ku ji ber guherîna demografîk dê "guherînên kûr" di wê sektorê de çêbibin.

Li gorî amarên fermî yên ku Wezaretê ji Rûdawê re şandine, heta 30ê Hezîrana 2024an temenê nêzîkî ji sedî 12ê karmendên hikûmeta federal (ji bilî hêzên leşkerî) li ser 60 saliyê re bûye, ev jî ji 359 hezar karmendan dike 42 hezar kes.

Wî berdevkî anî ziman ku heta sala 2030î dê temenê wan karmendan ji 66 saliyê derbas bibe û dê cihên wan vala bibin.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê got:

"Guherîna demografîk guherînên kûr di pêkhateya karmendan de çêdike.

Ev yek ne tenê sektora giştî li xwe digire, dê sektora taybet jî rûbirûyî heman rewşê bibe."

Nêzîkî 1,5 milyon karmend malnişîn dibin

Li gorî amarên Daîreya Amaran a Federal (Destatis), heta 30ê Hezîrana 2024an li Almanyayê ji 5 milyon û 380 hezar karmendên sektora giştî temenê 747 hezar û 200 kesî di navbera 55 û 60 saliyê de bûye.

Her wiha temenê 669 hezar û 400 kesî jî li ser 60 saliyê re bûye. Ev jî tê wê wateyê ku dê di 10 salên paşerojê de nêzîkî 1,5 milyon kesî malnişîn bibin.

Ji bo rêlibergirtina çêbûna valahiyê ya di hêza kar de, hikûmeta federal dest bi avêtina hinek gavan kiriye.

Berdevk diyar kir ku bilindkirina temenê malnişîniyê ji bo rûbirûbûna encamên vê guherîna demografîk "gaveke sereke" ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst