Hikûmeta Brîtanyayê cezayên nû li ser Îranê sepandin

07-07-2023
Loloxan
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Îran Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezarete Derve ya Brîtanyayê “ji bo ku Îran ji reftarên xwe yên dijminane û bêîstîqrariyê yên li seranserê cîhanê berpirsyar bigre” planeke nû ya sizayan ragihand.

Wezarete Derve ya Brîtanyayê diyar kir ku li ser kes û rêxistinên ku ji binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê berpirsyar in, cezayên nû dê bên ragihandin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly got “Tişta ku me di 18 mehên borî de dîtiye, asteke bê mînak a tundûtîjiyê ji aliyê Îranê ve dijî xelkê li vir li Brîtanyayê bûye, ew dixwazin dengên nerazî bêdeng bikin. Me tedbîr bo rêgiriya li wan karan wergirtine.”

Niha 350 cezayên aktîv ên Brîtanyayê li ser sazî û kesatiyên îranê hene.

Cezayên nû yên Brîtanyayê yên li Ser Îranê, 13 kesatî û saziyan lixwe digirin, di nav wan de Rêveberê Giştî yê Girtîgeha Parêzgeha Sine Murad Fethî, Serokê Girtîgeha Navendî ya Sine Heyder Pesendîde, Encûmena Bilind a Şoreşa Kultûrî, Encûmena Bilind a Rûbirûbûna Êrîşên Elektronîkî, Navenda Zanyarî û Lêkolînan a Tawanên Rêxistinan jî hene.

Li gor amarên Wezareta Derve ya Brîtanyayê, di sala 2022an de hikûmeta Brîtanya rê li ber 15 hewlên kuştin û revandinê ji aliyê Îranê li nav Brîtanyayê girtine.

Hikûmeta Îranê jî, hemû wan tohmetên derbarê mafên mirov de red dike.

Cîgirê Serokê Desthilata dadwerî ya Îranê bo karûbarên navdewletî Kazim Xerîbebadî “Qet me rêgirî li destgehiştina xelkê bo Internetê nekiriye. Hemû bernameyên navxweyî û derveyî, ji xeynî Inistegram û Watsupê bo xelkê li ber dest bûn. Polîsên Îranê kêmtirîn hêza yasayî dijî xelkê bikar anîne. Li gor efû ya Mercia bilind, hemû ew kesên hatine girtin an biryara girtina wan derketibû, efû ya wan derketiye.”

Rexneyên welatên Rojava û beşekî ji rêxistinên taybet bi mafên mirov di çend mehên borî de bermaberî Îranê zêde bûne, ev jî piştî karvedanên hêzên ewlehiyê yên Îranê bermaberî xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ku di nîva duyem a Ilona borî de destpê kiribûn û nêzîka 3 mehan berdewam bûbûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst