Hewlêr (Rûdaw) - Senatorekî Amerîkayî ragihand ku divê derbarê bûyera Helebê de lêkolîn were kirin û kujer werin cezakirin. Her wiha Amerîka Sûriyeyeke aram dixwaze ku "ji bo şêniyên Kurd bikêr be."
Berpirsê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde, derbarê êrişên 48 saetên borî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, pirsa helwesta Amerîkayê ji Senatorê Komarî Joe Wilson kir.
Wilson got, "Wekî çawa bûyereke tundiyê çêbûye, divê lêkolîn li ser were kirin û baweriya min heye ku Serok Şer (Serokkomarê Sûriyeyê) jî heman tiştî dike; ew dê lêkolîn bike ka ev yek çawa qewimiye û piştre kesên berpirsyar dê bên cezakirin."
"Em li dijî têkdana aramiyê ne"
Joe Wilson amaje bi wê yekê kir ku ew ji destwerdana derve ya di bûyerê de dilgiran e û got:
"Em dizanin ku bandoreke dualî ya Îranê heye û ew dixwazin dubendiyê derxin. Her wiha dema ez Helebê difikirim, ez Putinê tawanbarê şer tînim bîra xwe. Em li dijî têkdana aramiyê ya ji aliyê Îran û Putîn ve disekinin."
Wî Senatorî behsa rola Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack kir û got, "Baweriya min bi Barrack heye ku dê li wir be da ku wekî navbeynkarekî kar bike. Em Sûriyeyeke aram dixwazin ku ji bo hemû neteweyên derdorê, Herêma Kurdistana Îraqê jî di nav de, bikêr be."
Pêwendiyên Sûriye û Îsraîlê
Joe Wilson derbarê nûçeya peymana navbera Îsraîl û Sûriyeyê ji Rûdawê re got, "Doh ji bo min rojeke mezin bû, peyman di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de li Parîsê hat kirin. Donald Trump ya herî baş ji bo xelkê Rojhilata Navîn dixwaze; ew aramiyê dixwaze, piştre aştî û piştre jî serkeftina aborî."
Du roj in şerê di navbera Artêşa Erebî ya Sûriyeyê û Hêzên Asayîşa Navxwe ya girêdayî Rêveberiya Xweser de berdewam dike. Li gorî berpirsên her du aliyan, zêdetirî 10 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 70 kesî jî birîndar bûne.
Rûdaw: Di demekê de ku peyman di navbera Sûriye û Îsraîlê de hatiye kirin, li Helebê şer diqewime. Nêrîna te li ser vê yekê çi ye?
Joe Wilson: Baş e, ez bi rastî hêvîdar im bi wê tişta ku divê em bikin. Amerîkayê nûnerê wekî Tom Barrack heye, lewma baweriya min heye ku Barrack dê li wir be da ku wekî navbeynkarekî kar bike, ji ber ku em Sûriyeyeke aram û pêşketî dixwazin, ku dê gelekî bikêr be ji bo hemû wan neteweyên derdorê, Herêma Kurdistana Îraqê jî di nav de. Loma ducare û ducare, ez gelekî bi hêvî me bi wê aramiya ku Balyoz Barrack dikare pêk bîne. Doh rojeke mezin bû ji bo min. Peyman di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de li Parîsê hat kirin. Loma ev gav bi gav e, lê nabe ti nakokiyek hebe û em hemû Sûriyeyeke aram dixwazin, ku bikêr be ji bo şêniyên Kurd. Ji bo min, ev gelekî girîng e, ducare û ducare, Amerîkayê amaje bi wê yekê kiriye ku em Sûriyeyeke aram dixwazin, ku bikêr be ji bo komên din, çi Kurd bin an Elewî yan Deştekî yan Durzî. Lewma gelekî girîng e em kar bikin ji bo parastina welatiyên Kurd. Em hemû pêkhateyan diparêzin.
Rûdaw: Gelo ti dilgiraniyeke te heye derbarê hinek aliyên nav Sûriyeyê? Ew tundiyê li dijî kêmîneyan dikin û berê jî kirine, di nav de li dijî Durzî û Elewiyan, niha jî li dijî Kurdan. Çi dilgiraniyeke te heye û çi rêkarekê li Kongreyê digirî ber?
Joe Wilson: Dilgiraniya min heye ji ber ku em dizanin ku bandora dualî ya me ji aliyê Îranê ve heye û ew dixwazin dabeşkirinê çêbikin. Her wiha, dema ez difikirim Helebê, ez Putînê tawanbarê şer tînim bîra xwe, êrişa li ser Helebê û êrişên din û mirina xelkê ku ew karesatbar bûye. Loma ducare û ducare, bandora derve heye ku divê bên pûçkirin û ez tenê baweriya min bi nûnerê me, Tom Barrack heye, ku em li dijî têkdana aramiyê ji aliyê Îranê û têkdana aramiyê ji aliyê Putînê tawanbarê şer ve disekinin. Ducare û ducare, ez bawer im derfeteke me ya mezin heye ji bo xelkê Herêma Kurdistanê û tevahiya herêmê. Cihê coşê ye ji bo min ku wan derfetan dibînim ku ez bawer im di rê de ne. Bizane, Serok gotiye ku asta herî bilind a aramiyê dixwaze piştî 3000 salan. Ez hez dikim amaje bi wê yekê bikim, eger bi rastî behsa danûstandina bi Şamê re dikî, ev 8000 sal e hewl tê dayîn. Ez gelekî geşbîn im ji bo xelkê herêmê û tenê baweriya min bi nûner Tom Barrack heye, ku piraniya van erkan pêk bîne.
Rûdaw: Di 48 saetên borî de, aliyên Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan kirine û 8 welatiyên sivîl kuştine û hejmarek jî birîndar kirine. Her wiha, bi sedan xanî hatine wêrankirin yan ziyan gihîştiye wan. Tu çawa li vê yekê dinêrî û helwesta te li ser vê yekê çi ye?
Joe Wilson: Wekî çawa bûyereke tundiyê çêbûye, divê lêkolîn li ser were kirin û baweriya min heye ku Serok Şer jî heman tiştî dike. Ew lêkolîn dike ka ev yek çawa qewimiye û piştre kesên berpirsyar dê bên cezakirin. Ez tenê baweriya min a tam heye ku ev di berjewendiya wî de ye, di berjewendiya xelkê Sûriyeyê de ye ku Sûriyeyeke yekgirtî hebe û piştre sûdmendekî mezin ê Sûriyeyeke yekgirtî, Herêma Kurdistanê ye. Ez derfeta bazirganî û derfeta kar dibînim û ji ber vê yekê ez gelekî spasdarê serkirdayetiya Serok Trump bûm ducare û ducare ji bo ku derfetekê bide Sûriyeyê. Ducare û ducare, Donald Trump ya herî baş ji bo xelkê Rojhilata Navîn dixwaze. Ew aramiyê dixwaze, piştre ji wê aştiyê û piştre serkeftina aborî ji bo xelkê herêmê.
Rûdaw: Gelekî spas.
Joe Wilson: Na, gelekî spas ji bo wan pirsan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse