Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarên Amerîkayî dibêjin ku ji bo hikûmeta Şamê bikaribe piştgiriyê ji Washingtonê wergire, divê hemû pêkhate û di serî de jî Kurdan biparêze.
Senatorê Amerîkayî Andy Kim û Endamê Meclisa Nûneran Gregory Meeks li ser zêdebûna tundiyê li Sûriyeyê ji Rûdawê re axivîn.
Şer û pevçûnên li taêxn Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê û zêdebûna aloziyan bûnrojeva Kongreya Amerîkayê.
Senatorê Amerîkayî Andy Kim û Endamê payebilind ê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclisa Nûneran Gregory Meeks ji Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurda re axivî.
"Ez ji nêz ve bi Kurdan re xebitîme"
Andy Kim diyar kir ku wî demeke dirêj li Rojhilata Navîn kar kiriye û ji nêz ve bi civakên Kurd re xebitiye.
Kim dilgiraniya xwe ya kûr a li hemberî şer û tundiya li herêmê anî zimên û bal kişand ser rewşa tevlihev a Helebê û got:
"Divê di mijara bûyerên Helebê de şefafiyet hebe. Em ji bo kêmkirina tundiyê û pêkanîna ewlehiya sivîlan çi ji destê me tê dikin."
"Şerta me parastina Kurdan e"
Senator Kim peyameke zelal da rêveberiya Şamê û got:
"Dema rayedarên Sûriyeyê daxwaza rakirina sizayan an alîkariyeke din ji Amerîkayê dikin, divê vê yekê bizanibin: Şerta me parastina hemû civakan e ku Kurd jî di nav de ne.
Em dê vê mijarê li ba Koşka Spî û Wezareta Karên Derve di rojevê de bihêlin."
#VÎDEO - Andy Kim: Şertê me parastina Kurdan e”
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 8, 2026
🗣️ Senatorê Amerîkayê Andy Kim ji Rûdawê re ji ber şerê li Helebê dilgiraniya xwe anî ziman:
🎙️ “Divê parastina mafên Kurdan û pêkhateyan bibe şertê sereke yê dan û standinên Washington û Şamê"
🎙️ "Derbarê tiştên ku li Helebê… pic.twitter.com/VI2PEKtYyY
"Divê birêvebirî hemû pêkhateyan li xwe bigire"
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclisa Nûneran Gregory Meeks jî hêviya vegera aştî û azadiyê ji bo tevahiya Sûriyeyê kir.
Meeks tekezî li ser mafên pêkhateyan kir û destnîşan kir ku divê sîstema nû ya li Sûriyeyê hemû aliyan bigire nav xwe û got:
"Divê hemû pêkhateyên etnîkî û olî tev li pêvajoyê bibin û di hikûmeta Sûriyeyê de bi hev re bixebitin.
Em jî wekî Kongreyê vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin."
#VÎDEO - ❝Ez dixwazim kêmîne xwedî maf bin❞
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 7, 2026
Endamê Kongreya Amerîkayê Gregory Meeks:
🎙 ❝Ez dixwazim kêmîne xwedî maf bin❞
🎙 ❝Em hewl didin alîkariya hemû aliyên li herêmê bikin ku Rojhilata Navîn bikin cihekî ewletir❞ pic.twitter.com/WVOjeUELT8
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse