Li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Osloyê teqîn

2 demjimêr berê
Nîşan Balyozxaneya Amerîkayê Oslo Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Osloya paytexta Norwecê li Balyozxaneya Amerîkayê teqînek çêbû û polîsan ragihand ku di bûyerê de ti kes nemiriye û ti kes birîndar nebûye.

Li gorî medyaya Norwecê, polîsan ragihandiye ku nîvê şevê derdora saet 01:00ê li Balyozxaneya Amerîkayê teqînek çêbûye.

Polîsan da zanîn ku heta niha derbarê mirî yan birîndaran de ti agahî negihiştine destê wan.

Berdevkê Polîsan Mikael Dellemyr ji dezgeha weşanê ya giştî NRKyê re axivî.

Mikael Dellemyr diyar kir ku teqîn li beşa konsulxaneyê ya balyozxaneyê çêbûye û tenê xisareke madî ya biçûk çêbûye.

Şahidan jî anî zimên ku piştî teqînê dû ji avahiyê bilind bûye.

Polîs bi balyozxaneyê re di nava pêwendiyê de ne lê derbarê sedema teqînê hîn jî ti agahî nehatine eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst