Trump Brîtanya rexne kir: Ji bo şandina keştiyan hinekî dereng e

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îran Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump Serokwezîrê Brîtanyayê rexne kir û got, “Şandina keştiyên balafirhilgir ji aliyê Brîtanyayê ve, gaveke derengmayî û pêwîst nake.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump gefên Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê red kir û got ku ew dê êrişên li ser Tehranê berfirehtir bike.

Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî li hemberî şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi welatê wî re gef li Trump xwar û got divê "Trump baca" wan êrişan bide.

Trump di bersivê de got, "Ez nizanim behsa çi dike, ew kî ye. Bi ti awayî girîngiyê nadim wî."

"Daxwaza teslîmbûna bêşert dike"

Serokê Amerîkayê her wiha Larîcanî û serkirdeyên din ên Îranê wekî kesên lawaz bi nav kirin û ragihand ku pêgeha wan a li herêmê ber bi nemanê ve diçe.

Trump got, êrişên asmanî yên Amerîkayê dê bidomin in û "teslîmbûna bêşert" ji Îranê xwest.

Pizîşkiyan bi paş de gav avêt

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh di peyameke vîdeoyî de ji ber êrişên tolhildanê yên artêşa welatê xwe daxwaza lêborînê ji welatên cîranên Îranê kir û ragihand ku ew dê êrişên li welatên Kendavê bidin sekinandin.

Lê belê paşê Pizîşkiyan ji daxuyaniya xwe bi paş de gav avêt.

Pizîşkiyan di posteke din a li ser medyaya civakî de ku ti daxwaza lêborînê tê de tune bû, wiha nivîsî:

"Me êrişî welatên dost û cîran nekiriye, berevajî wê me baregehên leşkerî, sazî û baregehên nukleer ên Amerîkayê yên li herêmê kirine armanc."

Trump dema ku derbarê Larîcanî pirs ji wî hat kirin, wî got, "Wî niyet hebû ku dest deyne ser Rojhilata Navîn lê ji ber min bi paş de gav avêt û xwe radestî wan welatan kir."

"Hêza deryayî nema"

Trump baweriya xwe ya bi stratejî û siyasetên xwe yên li Rojhilata Navîn ducare kir û ragihand, Amerîka di lawazkirina artêş û desthilata Îranê de bi ser ketiye û ew dê berfirehkirina armancên xwe yên li navxweyî Îranê bidomîne.

Trump derbarê êrişan jî got, "Karê ku me kiriye nayê bawerkirin. Mûşek hûr û hîş bûne.

Tenê hejmareke gelekî kêm mane. Dron hatine têkbirin. Niha dema ku em diaxivin kargeh tên teqandin.

Hêza deryayî nemaye û li binê deryayê ye. 42 keştî di şeş rojan de hatin binavkirin.

Hêza deryayî nema, hêza asmanî nema. Hemû beşên artêşa wan têk çûn.

Serkirdayetiya wan nemaye. Ti tiştên wan nemane ku ji nav neçûbin.

Em bi astekê û bi lezekê bi ser dikevin ku berê qet nehatiye dîtin."

"Hinekî dereng e"

Trump derbarê hevpeymanên Amerîkayê jî got ku tenê bala wî li ser hewlên leşkerî yên Amerîkayê û wan welatan e ku ji destpêkê ve piştgiriya stratejî û êrişên wan kirine.

Trump dema ji wî hat pirsîn ma dixwaze hevpeymanên Amerîkayê di vê qonaxê de karê zêdetir bikin, got:

"Ez ti girîngiyê nadim vê yekê. Çi dixwazin dikarin bikin. Yên dilsoz in, hatine nava şer."

Ev daxuyaniya Trump çend demjimêr piştî wê yekê hat ku li tora civakî ya Truth Socialê amaje pê kiribû, Brîtanyayê du keştiyên balafirhilgir ji bo şandina Rojhilata Navîn amade kirine.

Trump di posta xwe de nivîsîbû ku pêdiviya wan bi wan keştiyan nabe û rexne li Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer girt.

Bi gotina Trump, Brîtanya di dayîna destûra ji bo bikaranîna baregehên leşkerî yên li Rojhilata Navîn gelekî giran bûye.

Trump her wiha ragihand ku şandina keştiyên balafirhilgir ji aliyê Brîtanyayê ve, gaveke derengmayî û nepêwîst e û got:

"Ji bo şandina keştiyan hinekî dereng e, ne wisa ye? Hinekî dereng e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst