Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi, li ser aloziya ku li Rojhilata Navîn bi êrişên Amerîka û Îsraîlê û bersivên Îranê zêde bûye daxuyanî da.
Wang Yi bangî aliyan kir ku demildest dawî li operasyonên xwe yên leşkerî bînin.
Wî her wiha xwest rê li ber bê girtin ku alozî ji kontrolê derkeve û şer li welatên din belav bibe.
Wezîr Wang Yi, di çarçoveya civîna asayi ya salane ya Kongreya Gel a Neteweyi ya Çînê de li paytext Pekînê konferanseke rojnamegeriyê saz kir.
Konferans bi navê "Siyaseta Derve û Pêwendiyên Derve yên Çînê" hat lidarxistin.
“Şer rawestînin”
Wang Yi diyar kir ku Çînê ji destpêka krîzê ve gelek caran helwesta xwe aniye zimên û got:
"Helwesta Çînê di peyamekê de dikare bê kurtkirin: Pêkanîna agirbestê û rawestandina şer."
Wang Yi amaje bi gotineke pêşiyan a kevn a Çînî kir ku dibêje, "Çek amûrên bê xêr in, nabe mirov wan bê baldarî bi kar bîne.”
Wî bi bîr anî, "Gava em Rojhilata Navîn di nava êgir de dibînin, em têdigihin ku diviyabû ev şer ji destpêkê ve qet neqewimiya."
“Hêz ne çareserî ye”
Wang Yi destnîşan kir ku dîroka Rojhilata Navîn nîşanî cîhanê daye ku hêz ne çareserî ye.
Li gorî wî, şerên çekdarî tenê kînê zêde dikin û krîzên nû diafirînin.
Wang Yi axaftina xwe wiha domand:
"Çîn, careke din bang dike ku demildest operasyonên leşkerî bên rawestandin da ku rewş ji kontrolê dernekeve û şer li welatên din belav nebe."
Wezîrê Çînî destnîşan kir ku ji bo pirsgirêkên girêdayi Îran û Rojhilata Navîn çareseriyeke rast û guncav bê dîtin, divê rêz li serwerî, ewlehî û yekparçeyiya xaka Îran û hemû welatên Kendavê bê girtin û sînorên wan neyên binpêkirin.
“Divê cîhan venegere qanûna daristanê”
Wang Yi bal kişand ser wê yekê ku divê bikaranîna hêzê bê redkirin û got:
"Yê bihêz her tim ne mafdar e, divê cîhan venegere qanûna daristanê."
Wang anî zimên ku nabe destwerdan di karên navxweyi yên welatên Rojhilata Navîn de bê kirin.
Wî got ku gelên Rojhilata Navîn xwediyên rasteqîn ên herêmê ne û divê welatên herêmê li ser kar û barên xwe bi awayekî serbixwe biryarê bidin.
Wang Yi bal kişand ku organîzekirina “şoreşên rengîn” û hewldanên guherîna rejîmê dê piştgiriya gel bi dest nexin.
“Divê alî vegerin ser maseya dan û standinan”
Wang Yi da zanîn ku Çîn baweriyê bi nirxê aştiyê tîne û divê çareseriya siyasî ya pirsgirêkan bê teşwîqkirin û got:
"Divê hemû alî di dema herî zû de vegerin ser maseya dan û standinan.
Divê cudahiyên xwe bi diyalogeke wekhev çareser bikin û ji bo pêkanîna ewlehiya hevpar hewl bidin.”
Wang Yi destnîşan kir ku divê welatên mezin rola xwe ya avaker bilîzin û hêza xwe bi niyeteke baş bi kar bînin û berdewam kir:
"Divê welatên mezin bi rihê edalet û heqaniyetê tevbigerin û ji bo aştî û bipêşketina li Rojhilata Navîn enerjiya erênî dabîn bikin."
Wezîr Wang di dawiyê de got ku ew amade ne bi welatên herêmê re bixebitin da ku Înîsiyatîva Birêvebiriya Cîhanî ya ku Serokê Çînê Şi Cinping pêşniyar kiriye bi cih bînin.
Wî diyar kir ku ew dixwazin pergalê li Rojhilata Navîn ji nû ve ava bikin, aramiyê ji mirovan re û aştiyê ji cîhanê re bînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse