Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) hişyariyeke lezgîn da welatiyên sivîl ên li navxweyî Îranê û xwest ku ew li malên xwe bimînin, çimkî rejîma Îranê herêmên qerebalix ji bo êrişên leşkerî bi kar tîne.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê îro di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku rejîma Îranê bêyî ku guh bide ewlehiya xelkê bêguneh, herêmên niştecîbûnê û bajarên qerebalix ji bo avêtina dron û mûşekên balîstîk bi kar tîne.
CENTCOM dibêje ku ev biryara xeternak jiyana welatiyên sivîl ên li Îranê dixe metirsiyê.
Li gorî yasayên navneteweyî, her cihê ku ji bo armancên leşkerî were bikaranîn, taybetmendiya xwe ya parastinê winda dike û dibe "armanca meşrû ya leşkerî."
Ji Îsfehan û Şîrazê êriş dikin
Li gorî zanyariyên CENTCOMê, hêzên Îranê li bajarên qerebalix ên wekî Dizfûl, Îsfehan û Şîrazê dron û mûşekan davêjin.
Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper li ser mijarê got:
"Rejîma Îranê bi awayekî eşkere guh nade jiyana sivîlan. Dema ku êrişî hevkarên me yên li Kendavê dike, ewlehiya gelê xwe jî dixe metirsiyê."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî 28ê Sibatê ve Îranê bi sedan mûşekên balîstîk û bi hezaran dron avêtine lê ji ber ku Amerîka û hevpeymanên wê şiyana leşkerî ya wî welatî ji holê radikin, asta êrişên Îranê bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Operasyona "Nirîna Şêr"
CENTCOM bi tundî daxwazê ji welatiyên Îranê dike ku li malên xwe bimînin û tekez dike ku rejîma Îranê bi zanebûn jiyana bêgunehan dixe xeterê.
Her wiha hat diyarkirin ku hêzên Îranê ne tenê gelê xwe dixin metirsiyê, ew bi zanebûn balafirgeh, otêl û taxên niştecîbûnê yên welatên herêmê jî dikin armanca êrişên xwe.
Her wiha hat tekezkirin ku artêşa Amerîkayê ji bo kêmkirina zerera li sivîlan hemû rêkaran pêk tîne lê eger ew li nava yan nêzîkî wan dezgehan bin ku rejîma Îranê ji bo armancên leşkerî bi kar tîne, ew nikarin garantiya ewlehiya ti kesî bidin.
Ev hişyarî di demekê de ye ku operasyona "Nirîna Şêr" a Washington û Tel Avîvê ya li dijî Tehran û wekîlên wê derbasî qonaxeke hestiyar bûye û êrişên asmanî û mûşekî yên li ser baregehên stratejîk ên Îranê didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse